I
Sibe
Dema ku dibû sibe
Bi banga dîkan
Dest bi rojê dikir gundîyan
Û dura bi tîrêjên tavên re
Tev li hev dibûn dengên
Çûçik û zarokan
Nîvro
Dema ku dibû nîvro
Kerîyên pezên sor
Di ketin kuyî û hêdî hêdî
Ber bi rastan dikişîyan
Û
Bêrîvanên zendik gul î
Elbên xwe dikiririn zendan
Û teşiyên xwe digirtin destan
Qor bi qor
Ber bi bêrîye dimeşîyan
Êvar
Dema ku roj ber bi ava diçû û dibû êvar
Kewên gozel dadiketin ser aven sar
Îdi dem dibû dema xemgînîye
Bi dengê bilûra şivanên dildar
Şev
Dema ku dibû şev
Stêrk diçûriskîn li rûyê ezman
Quling di deştê da diket nava bêdengîyek giran
Û dil dibûn hêlîna kovanîye
Bi geşbûna orkestra çirçirik û beqan
1997