Wê çih xweş ba em bûna xwedan biharan
Dil pê geş ban jîn şîno wek berya daran
Wê çih miz ba lem veda başur dîwaran
Rê bihuşt de pêk çûne me kurd hawaran
Wê çih baş ba em bûna ne girêvdaran
Gel Ferat tî ne birsî dagirt embaran
Wê çih şad ba lem veba bakur diyaran
Ararat re em bûna firwan bi yaran
Wê çih rast ba em bûna tund tollevedaran
Da hayba lem şehîd bi zengil guharan
Wê çih aşt ba em bûna yek bilî çaran
Da Newroz em hev pîroz ber nizmek aran
Wex çih bêjim em bûne kewêsn Adaran
Hên di guhman her dijêt qîr wîra zaran
Ka li kuh ma çarşema bi jehrebaran
Li Helebçe em pêman reş bextewaran
Min ev helbesta bi bona şerên birakujî li başurê Kurdistanê yên di navbera PDK û YNK de qewimîbûn û tê de bi hezaran mirovên kurdên hêja bê guneh bi destên kurdên xapandî hatibûn kuştin, der- û wîrankirin. Dijmantiya PKK bi PDK û YNK re di salên 1983-2003 de bûye sebeba kuştin û wîranbûna hezaran mirovên giranbiha. Hemû mirovên jîr û rûmetdar yên biyanî (ecnebî) yên li rewşa kurdan dimeyizînin, diramînin û li ser dinivisînin, loma li van dikin û dibêjin, kurdan ji xwe re gelekî bê aqil û bê wîjdan in.