Ewrê xwe berdida
Û dûmana şevê bi dil dilîze
li ser dengê dûr xewê dilorîne
Ahîn bi ahîn
Maçan dide ber pêlên ba..
Ariya kenê xwe vala dike.
Û ji tirafa gulekê du sêv çêdibin.
Yek di destê aramiyê de işk dibe
Yek di axa hêviyê de digindire ber çemên xewnan
Ronahiya veşartî şiyar dike
Kûzê meyê dihejîne
Mestiyê bi ser goşiyên evînê de kom dikî
Torbeyê şiyar bûnê ji xewê re vekirî dihîle
Û sêngê dide ber refên lêvan
Û lêvan dide ber çûbarên peyalan
Ewrê xwe kom dike
Û dûmana şevê berdide ser siha evîndaran
salên sermê
serma salan
li germahiya dil pellû dibin
sal dibin gewdin hesinî
bi ser dergehê paytextên berfê de tên xwar
bi ser kerwanên tozê de dibin baran..
Rûçikên mîna nermahiya gihê
bayekî hênik berdide nav barîna berxan
Bêhnê difûrîne
gul li pey dixile
Mehderê diçirisîne..
ji nav tiliyan şînahiyê diherikîne ber salên qilixiyê
Gundên har terhên daran sipîdikin
bazinan didin jinên ji şîr....
Ewrê xwe belav dike
û pesar dûmanê dimije
Di eniya heyvê de keça birînê şûran seqa dike
Xortên gernijî xwe didin ber bayê evraz
Dilavîn ji darên şevê têne xwar.
Bi ser temenê rût de kirasekî ji postên zivistanî dibare
Bedekar pîlaxan ji baranê dişon
Lîlav germahiyê dirjîne kûrahiya fêrmîskan
Mîrok zuha dibin
Gosirmetek ji kanê,
mencelok bi mencelok,
zuşt bi zuşt,
mirûs bi mirûs,
bi ser ezamnê mawerê ve tête xwar..
Stêrkên bê deng xumar dibin
bi lêvên qermûşkî ve revende dibin.