MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 56, rezber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Helbest
  • Virrûru Muteyinnanâr: Şeva pêşîn
  • Dr. Yasîn Dêrikî: Çarenivîsa kevoka min
  • Konê Reş: "Bila bimire" û 2 helbestên din
  • Bêwar Îbrahîm: Axayên rastîn
  • Tengezarê Marînî: Bersiv
  • Dildar Îsmaîl: "Hey jiyan" û "Diramûsim"
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Erê, evîn tu yî
  • Hafizê Şîrazî: Destpêkê evîn asan bû
  • Li Po: Tu dipirsî ka çima li çol û çiya dimînim (6 helbest)
  • Wang Wei: Piştî barana vê dawiyê çiyayên vala... (7 helbest)
  • Meng Hao-jan: Êvar li ber çemî (5 helbest)
  • Tu Fu: Ma çi xweşî tê heye ku bihar bêt... (5 helbest)
  • Konstantinos P. Kavafis: Xwedê Antoniusî dihêle

  • 6 helbest
    Li Po (701 - 762)


    Li sinorê Mongolistanê bayek têrtoz,
    ji destpêka ta dawiya hebûnê têrxem û bitenê.
    Pelên daran diwerin, giyayê payizê dibeye.
    Hildikevim serê girekî, li warê wêran dinerim:
    bajarê berdayî, xopan, çolek berfire;
    kelehên bajarî kavil in,
    ji rojhilat ta rojava hestî, bêhejmar herrî di ser re boriye,
    gorr li bin her dar û deviyê.
    Dipirsim: ev şopên kê ne,
    çi bû kerbên Kurrê Esmanî vekirin,
    agirê qeyserê min gurr kir?
    Çi bû şûrên artêşê hildan,
    	deng ji deholan anî?
    Aramî di bin xwînrêjiyê ve ma,
    artêşên tecawizkar bi ser Welatî de girt,
    sêsed hezar mêr bi carekê.
    Wey li bextê me! Wey li me! Rondik mîna baranê.
    Derd e çûn, derd e jiyana şerrvanî:
    ordîgeh ne dermal e, milkê malê dûr e,
    hay ji zarrokan nîne. Êriş yan zêrevanî:
    ma kî xezeba çiyayên sersinor dinase?
    Şivan Li nemaye:
    nişteciyên sersinor xwarina gur û pilingan in.
    
    
    
    
    Sibe-spêdeyê poste dê bi rê keve.
    Derzî di nav dilên min yên spî re,
    hemî şevê min saqoyê te beten kiriye,
    bi zor meqes êdî xwe di destên min de digire.
    
    
    
    
    Hezar ber, hezar spîndar,
    li nav daran deh hezar zerî,
    legleq li çiya ser her darê,
    lewçetiya meymûnên spî li hindavî her royî.
    Tu ne li ber çemê cil-payizî bûyî
    û min tehemila dengê meymûnan nekir.
    
    
    
    
    Dostê dêrîn, ez li rojava mam,
    	li bal Birca Qulingê Zer
    dema bi royî de
    baberrika te ya bitenê
    winda bûyî nav mija avrêla kulîlkdar.
    Tenê Çemê Yangtse dibînim,
    diherrike berev qiraxa esmanî.
    
    
    
    
    Tu dipirsî ka çima li çol û çiya dimînim.
    Dibişirim, bêyî ti bersivê bidim, aram im.
    Kulîlkek darxoxan bi robarî de diherrike dûr.
    Erd û esmanek dî hene ku ne li ber çavên xelkê ne.
    
    
    
    
    Binere, Çemê Zer ji esmanan
    diherike deryayê, bê veger.
    Binere, di neynikên zelal yên odeyên bilind, porr
    spêdeyê reşî armûşî ye, êvarê spiyî berfîn...
    Ger di jiyanê de her bextiyariyê bixwazî,
    nehêle heyv perdaqa te vale bibîne!
    Bereket ji Yezdan e, bi kar bîne!
    Bila hezar hûrdeyên zêr biçin jî,
    	hemû dê dîsan vegerin!
    Mihê bikelînin, ga ser jê bikin, hefsarî ji stoyê
    şahiyê vekin,
    em dê sêsed perdaqan bi carekê nîç bikin!
    Hosteyê kal Ts'en, zanayê xort an Ch'iu,
    mey berdest e, hûn ji çi şerm dikin?
    Bi destûra we, ez dê stranekê bibêjim!
    Baş guh bidinê!
    Zengil zirne lezetên nedîtî, ax çi gencîne ne?
    Her sermest be, qet ne hişyar!
    Alim û ewliyayên berê ji bîr bûne,
    tenê serxweşên mezin navdar in her û her!
    Mîr Ch'en li Seraya Şadiyê şehyan dikirin,
    her denê meyê bi deh hezaran dikirrî,
    	yarî dikirin û dikenî.
    Çawan dikarî, ho malvanê min,
    	bibêjî ku pare nemane?
    Here badeyê bistîne û bîne em bi hev re binoşin!
    Hespê min yê pinîpinî wek ji pelên gulên geş,
    kurkê min bihayî hezaran,
    herduyan bide kurrik, bila bide bi meya baş,
    em tê de deh hezar xemên xwe bixeniqînin,
    	ez û tu!
    

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1