Birincê spî û ranên baştirîn goştî
di nav donê qelandî de
bêyî temahîkirin
raberî mêvanên bihagiran dihatin kirin
û li ber sahiyê
li bin esmanê xemilandî
bi deryayek bi gulan dagirtî
xaniyê dawetê hat nexşandin
govend hatin girêdan
li ber dehol û zirrneyan
û dema berbûkên çavzîq
yên ew şûştî
çûn û xwe veşartin
kesûkarên wê ristikek spî
bi gerdena wê ve kir
ku ji pelên kunkirî
yên darên kulîlknazik
û gulên aruku yên pîroz
yên barana pêşîn ya biharê
li geliyan ji bin axê şiyar dike
bişkojên terre bênxweş yên aruku
yên perrên wan şîn dibirin
mîna gewerên hesûyayî;
û paşî ew di cilên nû de anî cem min
û kela dilê min rabû,
bi nexşan xemilandî raberî min hat kirin
û ji rûyê wê xuh hat paqijkirin
û li ber sivandeya dawetê
dengê mirovan mîna şeprepa baranê bû.
Heman şevê ew, ya destlênekirî
nêzîkî min mîna leşê min
nêzîkî jiyana min
Kirasek sîs di bejna xwe pêçabû
û min gotê:
bersînga xwe hinekî veke
bihêle ba leşê te hîn bike
ziwa ke eniya xwe ji xuhê
birûyên xwe yên dirûvî heyva nîvî
û dil tijî daxwaz min dirrand
kiras jê
bejna wê ya tazî
mîna şûrek rût bû
û bêyî bizane
çawan xwe biniximîne
beybûnên bi pirça xwe ve jê vekirin
kezî û biskên xwe yên reşe dirêj
li gel gulên pê ve
berdan ser sînga xwe
destên xwe dan ber navrana xwe
û ji şerman
doz û dua ji min kir.