Tariya pencera dûrbûnê
Winda dike hebûna min
Li ber jiyanek arzan
Dibarin hêstirên çavên zuha…
Ser dengê sazên xemgîn
Mijûl dibim hey jiyan
Tariya şevê... sar e
Nale nala rojê... ar e
Bêhna azadiyê û warê min
Tênê der ramanên winda
Li ser agirkî sincirî
Parçe dibe dil û can
Hey jiyan...
Her dem tû diweşînî
Pelên zer û tûfila pûç.
Çavên min miştin ji hêviyê
Û... hêvî ji pêlên derya
Sed ax û sed tîr,
Têne min ji çavên teyên sor
Kor bibin ew çav
Digrîm û di barînim
hêstirên winda...
Nema karim bidim pesnê te
Roj bû wekî şev
Û.. şev tarî ye... û... tarî dibe
Her brîndar û bê zarim
Bê war û diljar...
Di kanya rewşa tede
Bê vîn û bê evîn
Dimrim rojê sed car
Li ber kindalekî bê dar
Yek ji te û yek ji min
Xweş bike carek mirin...
Hey jiyan...
Hey jiyan...
DIRAMÎSIM
Çavên te dibin roj
Peyvên te dibin awaz
Xemla te dibe lîloz
Ne vemrîne agirê dil
Deryeyek miŞte rengê Şîn
Hemî evîne hemî jîne
Dikevim bê hiŞ...
Ramûsanek dirêj...
Ji herdo lêvan !
Diramîsim... diramîsim
Bê hiş tême xwar
Şewqa rojê tarîbû
Awaza peyvê geşbû
Gula sipî reşbû
Hê diramîsim û ezê biramîsim
Go dunya bibe di parçe
Rojek ji temen nemîne
Tucar ne poşman im
Ezê bramîsim
Da go... çem û derya bibin yek
Vegerin li hev... Deşt û çiya
Bipeyivin, sitêr û roj
Diramîsim.. û.. ezê biramîsim
Ji agirê tenûra sincirî
Ji xweliya cixara vemirî
Nayêm xwar bibihure hezar sal
Li dora te ez im dildar
Av dim ji ramûsana zelal
Diramîsim û hê diramîsim
Û... ezê biramîsim