Lo Axayo!
Ji mêj ve qatên berfê
Ji ser jiyana me
Hatine bişaftin;
Me birînên xwe bê benc
Dirûtine,
Xwenên çiryayî
Pîne kirine,
Hêvîyên windayî
Ji ser
Kevîyên xwekujîyê]
Vegerandine û
Asoyên bi ronî
Ji dûr ve dîtine.
Lo Axayo!
Xwîna me bûye
Diwêta reş,
Şermê me bûye
Pelên sipî û
Tilîyên destê rastê bûne
|eş,
Xwe ji hev bernadin
Her û her
Doza wan:
Aştî ye,
Mirovantî ye,
Tenahî û
Evîndaerîya
Her tiştê zelal û
Spehî ye.
Lo Axayo!
Parastina sembolan
Ne hêsane [
Dijberîya dagirker,
Noker, kinûj û
Bêbextan
Barekî girane ;
Belê Raste
Erê rast e,
Barê giran
Para mêrane.
Lo Axayo!
Eger tu pêximberekî
Zerdeştî ba
Wê mirov
Li ber destê te bibana
Firişt;
Eeger tu desthilatek ba
Wê li şûna her
Dilopek xwîn
Dareke zeytûnê
Bilind biba.
Lo Axayo!
Dil mezine û
Cih fireh e,
Tu dixwazî
Xort bibin Mîr û
Keç bibin Dotmîr.
Vê daxwazê hişt ku
Mîr û Dotmîr
Bibin xwazgênî û
Li ber derîyê te
Dûrêzî hev bibin;
Piranîya wan xwe li
Stirî û kelemên hewşa te
Xistin û
Bê hemdî xwe
Destê te xwestin;
Lê dilê te bi
Nêrgizên azdîyê re
Reqs û semayê dike.
Lo Axayo !
Şevên dirêj
Li ser mijgulên me
Dinivin;
Beyayên ronahîyê
Tîrêjên xwe
Di nav xilmaşîya
Xemgînîyê de
Radixînin;
Nehêle diwêta pênûsê
Biçik e,
Nehêle pelên
Deftera afirandinê
Nema bibin,
Nehêle hêsrên peyvên te
Ziwa bibin.
Eger diwêt biçike
Xwîn heye,
Eger pelên sipî
Ji bo afrandinê
Nema bûn
Çermê laş heye,
Eger hêsrên peyvan
Ziwabûn
Barana ji asman heye,
Nehêle serê pênûsa te
Zingar bigre û
Eger girt,
Can bike camkaxet û
Hêdî ]] hêdî
Wê zingerê bide alî;
Tu xweş pîkolê dike û
Ji cirîda xwe venegere
Erê Venegere.
Lo Axayo!
Sînga xwe
Li ber bayê
Azadîyê veke,
Bêhna xwe bi
Asoyên ronîdayî
Fireh bike.
Her kes zane
Tu guhdarîyê
Li yarîyên
Dost û yaran nake;
Bejna xwe ji
Aap û Biran re
Xûz nake;
Şavê xwe li ber ronahîya
Maldarên bê romet
Kor nake;
Mane Mîr Celadet gotiye:
"Axayên rastîn
Ewên ko xulamîya
Miletê Xwe dikin
Ên din tevda
Axayên derewînin."
Lo Axayo!
Emê bi azadîyê re
Bimeşin û
Binivîsînin
Erê Emê binivîsînin
Em li pişt xwe
Nazîvirin
Nivîsandin:
Felate
Azadîye
Avahî û
Ronahî ye;
Emê ber bi van
Asoyan ve
bimeşin.
Dinya wilo hatîye û
Wê wilo here.