-1-
Bila bimire yê ku;
Ji bavê xwe fedî bike
Li kul û xemên xuşka xwe
Guhdarî neke
Li diya xwe ne pirse
Adet û teqalîdên bav û kalên xwe
Jibîr bike
Zimanê xwe di ser guhan re
Bavêje û
Deriyê xwe ji ber dost û hevalan
Bi qepitîne
Bela bimire jêre çêtire
-2-
Bila bimire yê ku;
Ji ronahiyê bi tirs be
Di tariyê de bi live
Wek kund li ser şikêran
Bi lûse
Di tengayiyê de
Kirasê neyaran li xweke
Di firehiyê de
Wek dîkê şinik
Bi qud-qud be..!
Serê xwe ji Partiyan re deyne
Berî çiyayên welatê xwe û
Di her çax û demî de
Di her civat û eywanê de
Karibe bistirê û biraqise
Bela weke van kesan bimirin
Mirin ji wan re çêtire
-3-
Cerê ku av têde
Nesekine
Yê şikenandinê ye
Beriya ku xezal
Lê neçêrin
Ne warê koçeryê ye
Çiyayê ku Pêşmêrge
Lê neyên parastin
Ne cihê piştdanê ye
Hevalê ku zikreş be û
Bi hewildan be ku
Li ser pişta hevalên xwe
cihekî ji xwe re
Di civatê de ava bike
Megrûdî û eware ye
Qet lê nebe ewle ye
Bela bimire, mirin jêre çêtire
-4-
Xincera ku ji kalan neyê der
Ya avêtinê ye
Tivinga bê berik be
Mîna şîşa tenûrê ye
Kum û kolozê ku
Serî gerim neke
Ne yê danînê ye û
Mirovê ku sinc û wijdan
Wî ne hejîne
Mirin jêre çê ye..
Konê Reş
Qamişlo 23/05/2004
Doda, Barzanî û Ala welatê min
Di vê jiyanê de
Min gelek kes naskirin û
Hez gelek tiştan kir
Hin ji wan
Di çavê min de
Mezin bûn û
Hezkirina wan bi min re ma
Ta ku mirin
Lê bi tenê sê nav
Di cihekî bilind de
Li ser refika dilê min
Hatine danîn û parastin
Her ku dem bi pêşde diçe
Di çavê min,nerîna min û
Huşê min de
Mezintir dibin
Sînor xwe ji ber rêzgirtina wan
Dide alî..
Ezê bi mirim wê ew bimînin zindî
Heger we naskir
Bê ew hersê nav kîne ?!
Yek ji wan gundê min Doda ye
Yek Barzaniyê nemir e û
Yek Ala welatê min e.
Qamişlo 20/05/2004
Ava zelal girik nabe!
Hin bîr nabin ku
Ava kaniyê girik nabe û
Hêjî bi lewlewî dibêjin;
Pesin û şabaşîyê ji
Beg û axan re didî..?!
Tevî ku ez
Ne berpirsiyar, serbaz û
şêwerdarê kesekî me...
Di nasnameya min de
Doda hatiye nivîsandin
Ji Osmanê Evdo*, Hecî Kevir û
Evdê Gedo**
Fêrî deyax û berxwedanê bûme...
Ne akademî û
Profîsor im
Bi tenê ez
Kurdekî bi rûmet im,
Evîndarê zimanê
Dê û bavê xwe me,
Guhertinên demê
Li ber çavên min
Xweş belû û diyarin û
Rastiyeke,
Nikarim çavên xwe ji
Vê rastiyê bi girim û
Protesto bikim...
Rast e (Nû hatin kevin-xelat in)
Lê mixabin!
Çîneke ji axayên sexte
Di nav me de şînhatine...
* * *
Ez guleyekim ji
Tuxmê azadîxwazan,
Ji tuxmê rûmetperweran...
Niştimanperwerekî
Dilsoz û wefadar im.
Bapîrên min;
Serê Abdulrehmanê Garisî
Jênekirine..
Di gel Osman paşa
Dora keleha Eroxê ne girtine..
Di dîwanxaneyên biyanîyan de
Ne stirane û reqisîne,
Di şeran de
Ne hatine tewandin û revyane û
Rojekê di mala xwe de
Bi aramî ne razane...
Li vê sosretmayê !!
Ma ez şabaşiyê ji
Axa û Began re dikim?!
Spas ji Yezdan re
Ku ez Kurdperwerekî
Bi rûmet im,
Di deverên teng de
Min kiriye ne firotiye.
* * *
Bê gotin,pozbilindiya malbatê
Ez gelekî êşandime;
Rojekê nebûne
Hevalê neheqîyê,
Ji welatiyên xwe
Dûr neketine û
Ne bûne destik
Di destê neyarên
Welat û welatiyên xwe de
Û weha ez Kurdekî bi rûmet
Li Doda çêbûm û
Lê mezinbûm...
* * *
Erê ez bi vê çîna
Axayên nû re
Nadim û nastînim û
Xweş hayê min ji guhertinên
Dinyê heye,
Xweş zanim bi
Zimanê Kurdî
Bixwînim û
binivîsînim û
Hin caran êş û janên gelê xwe
Bi serê pênûsê dertînim...
Erê.. ez ne zilamê kesekî me,
Ne maldar û dewlemendim,
Belê bi kesayetiya xwe
Mirovekî zengîn û
pozbilind im...
* Osmanê Evdo: Bavê Helbestvan Konê Reş e
** Evdê Gedo û Hecî Kevir du hempayên gundê Doda bûn, hersiyan berberîya hev dikirin.