- Tu çi dikî?
- Narincokan paqij dikim.
- Nê dê biteqin!
- Xem nake, ne yên min in.
* * *
Fermandarê gerîlayan ji bindarên xwe re:
- Di rêzê de xwe nêzî hev bikin. Ger hûn wisan ji hev dûr bin, dijmin qet nikare we bikuje.
* * *
Fermandar ji eskerekî re:
- Temo Zinarî, ger ez ferman bikim ku divê tu bivirekî li esker Çiyayî bidî, tu dê bê şert wa bikî?
- Na qumtanê’m, pêşî ez ê devê bivirî xweş bikim.
* * *
- Çima li eskeriyê pirr nîsk tê xwarin?
- Daku ger fîşek neman, bi gazên kîmyawî şerrî bikin.
* * *
- Çima fermandar hemî zelamên zexm û geş dixe rêza pêşîn û yên qels û lawaz dixe piştê?
- Berê ew fêkîfiroş bû.
* * *
- Bo çi kurd hewceyî helîkopterên cengê ne?
- Bo dijminê sed û yekê. Her kurd hemberî sed dijminî ye. Helîkopter jî bo yê sed û yekî.
* * *
- Wî eskerî çi got yêbi panzerê çû benzînxaneyê?
- Tankê dagire.
* * *
- Berê li eskeriyê çi dihat kirin?
- Kurr dikirin zelamên mêr.
- Niha li eskeriyê çi tê kirin?
- Kurran dikin zelamên mêr - û keçan jî.
* * *
- Çi hevbariyek di navbera savayan (zarrokên pirr biçûk), mamosteyan û efseran de heye?
- Hemî bawer dikin ku bi qîrrînê dikarin her tiştî bi dest bixin.
* * *
- Dirûşma kesên karê medenî dikin ew e ku ew dixwazin hez bikin, ne şerr bikin. Gelo kesên eskeriyê jî dikin wa dibêjin?
- Belê, lê hêvî heye ku general wan bi keç û jinên xwe re nebînin.
* * *
- Destpêker Rojhat, tu di jiyana sivîl de çi bûyî?
- Ez bextiyar bûm, qumandarê'm.
* * *
Öcalan ji gerîlayekî re:
- Min bihîst ku te berî demekê peyva "ehmeq" bi kar anî. Te basa min dikir?
- Na, Serokê'm. Ne hewce ye Serokê'm bawer bike ku Ew bi tenê li vir ehmeq e.
* * *
- Destpêker, kî gûxwerî destûr daye te ku niha bi gogê bilîzî?
- Serfermandarî daye, rêzdar fermandarê'm
- De baş e, bilîze. Lê hefteyekê derketin ji te re nîne ji ber ku te ji sermandarî re got "gûxwer."
* * *
- Destpêker! efser qîrrî. - Ka silav li kû ma?
- Belê, ma kê şandiye? yê destpêker ecêbgirtî ma.
* * *
Eskerekî ji dezgirtiya xwe re nivîsî:
- Ez ê bêm tatîlê ger bêt dan.
Keçikê bersiv da:
- Zû were, ez ê bidim.
* * *
Eskerekî ji diya xwe re nivîsî:
- Dayê can. Min dixwest biçim Hêzên Deryayî ji ber ku keştî hertim wa pak û paqij in. Niha dizanim kî wa dialîse!
* * *
Eskerek çû cem fermandarê xwe û cotek gezmeyên nû jê xwest.
- Cihê goreyên rîsî tê de dike? fermandar pirsî.
- Belê dike, rêzdar fermandar, eskerî bersiv da.
- Cihê du goreyan tê de dike?
- Belê dike, rêzdar fermandar.
- Pa êdî çi dixwazî?
- Belê belê, rêzdar fermandar, lê cihê piyan nake.
* * *
Destpêker, çima hatî eskeriyê?
- Daku ji destê keç û jinan xilas bibin.
- Di armanca xwe de bi ser ketî?
- Belê, yar.
* * *
Esker Navdarî, xeyal bike ku tu şevekê li nobedariyê yî. Hingê kesek dê xwe ji pişt ve biavêje te û du zendên zexm dê li dor te bialîne. Hingê dê çi hawarê bikî?
- Min berde, Xecê!
* * *
Fermandarî bangî eskerekî kir ji ber ku silavî serdarê xwe nekiribû.
- Te çima silav nekir? efserî pirsî.
- Min bawer kir ku em dikarin heval bin tevî ku em her cara hev bibînin silavî hev nekin jî.
* * *
- Destpêker, te çexmax heye?
- Belê.
- Divê bibêjî: belê, rêzdar fermandar. De wiha, destpêker, te çexmax heye?
- Na, rêzdar fermandar!