Dema li nîva şevê ji nişkê ve dibîzî
ku civatek nediyar li ber deng û awazên seyr
di ber te re dibore --
bêmifa nexwe xeman ji siûda xwe ya te dihêle,
ne ji werritînan, ne ji nexşe û planên
hemî temenê xwe yên bûn xeyal.
Mîna ji mêj ve amade bî, bi wêrekî
oxirê bike li Skenderyayê ya ku diçe.
Bi taybetî, ti tiştî bi xwe nede bawerkirin,
nebêje ku xewn bû, yan ku te şaş bihîst;
xwe nizm neke xeyalên wa pûç.
Mîna ji mêj ve amade bî, bi wêrekî
mîna ku maqûl e ji wî kesê mîna te yê hêjayî vî bajarî bû,
bi biryardarî herre ber pencereyê û
vehejiyayî guh bidiyê lê gazinan neke,
mîna tirsokan duayan neke,
lê wek zewqa dawîn
guh bide awazên civata razber
û xatirê bixwaze, oxirê bike li Skenderyayê ya ku ji dest te diçe.