Min tu ji nav çiyayan gihandî jêr;
dinya tarî dibe, deriyê xanîkê xwe digirim.
Sal bi sal biharê giya şên dibe
lê ma kurrmîr dê qet vegerre?
Tu ji warê min tê,
bêje, halê wir çi ye.
Dema bi rê ketî, ma ne li ber paceyê
darhilûkê kulîlk dabûn?
Dostê dêrîn, te êdî nabînim.
Roj bi roj avên Çemê Han diherrikin rojhilat
lê dema li pîrê Hsiang-yangê dipirsim:
xalî ne çem û çiyayên Ts'ai-chou.
Xunava spêdeyê toza sivik ya Wei-ch'angê şil dike
û vedişo û vedijîne çinarên ber kelehê.
Hê carek dî jî piayeleyê vala ke berî bi rê kevî:
Nê li rojavayî Derbenda Yang dostên berê nemane.
Çiyayên sor şînve dikin,
avên payizê wek lehî diherrikin.
Xwe dispêrim gopalê li ber derî,
ba stirana kulîlkek derengmayî tîne.
Li pişt beravê hengura roja ava dibe,
li raserî çolê dûkêlek bêheval.
Dema em pêrgî hev bibin, yar, em ê binoşin
û stirana Pênc Çinaran binarînin.
Piştî barana vê dawiyê çiyayên vala,
êvar, hênikiya payizê.
Di nav darçaman re heyv şewqa xwe dide,
ava teyisok ya kaniyê di ser keviran re diherrike.
Dengine ji pişt heydaran: keçikên balavker ji beravê vedigerrin.
Guline avî li ber belema masîgirekî diçemin.
Bila giyayê biharê beyîbe;
kurrmîr her li çiyayan dimîne.
Li jiyê mêriyê bûm dildarî Tao,
li hînê pîriyê min bar kir nav çiyayên başûr.
Niha dikarim, kengî bixwazim, bi rê kevim
û spehîtiya hemî dinyayê ya min bi tenê ye.
Dimeşim ta digihim ber avê, bêna xwevedidim,
rûdinim û dinerim çawan ewr radibin.
Û rojekê ez ê li nav daristanê pîremêrekî bibînim,
em ê suhbetê bikin û bikenin, û ez ê êdî venegerrim.