Bibîze, lawo,
meyê tê ke
raberî me ke! (*)
Evîn
destpêkê asan bû.
Paşî dijwariyan
dest pê kir.
Xwîn ji dilan dirije
dema bayê rojhilat
bêna miskê
ji pirça wê tîne!
Bila mey
fotika nivêjan
sor ke.
Yê gerrok
rê û rêbaz û rawestgehan dinase.
Ma dê çi sebr û hedan
li cem dilberê hebe?
Her kêlîkê
zengil lê didin:
"Zîn û zincîran bişidîne!"
Şevek tarî
pêlên bilind,
ba û baran
- ma yê
li bejayiyê be,
dê çi jê zane!
Ji ber xweperestiya min
kiryarên min
şan û şeref ji min bir
bi rastî jî:
ma dê çawan veşartî bimîne
tişta li herderê deng vedide?
Di nav şeydayên evînê de
Her-jixweraziyo!
Dê bêyî bexşandin
madem bêevîn mayî.
Li vir, di nav şeydayên evînê de
li dor xwe nezivirre
madem bi hiş û aqilê xwe
bûyî navdar!
Mestiya ji evînê
hişê te şêlî nake.
De herre lo,
madem ji meyê mest î.
Rûyên bêreng,
axînên jandar
dermanên derdên
dildaran in.
Evîndarî Xwedê
Li xanê moxan
min ronahiya Yezdanî dît.
De li vê sosretê binere:
min çi ronahî dît
û li kû!
Hecoca,
pesna xwe nede:
tu malê dibînî,
ez malxwê!
Ji pirçên berdiliyan
ez miskê şe dikim:
ramanek dûr, xerîb.
Ma şaş dibim?
Şewata dilî
rondika hinavan
axîna spêdeyan
nalîna şevan -
hemî ji dilovaniya te ne.
Her kêlîkê
dîmenê rûyê te
rêya min dibirre.
Ma ji kê re
van hemî razan
vebêjim?
Her livika bayî
ji hemî miska
Çînê û Romê pirrtir
min mest dike.
Hevalno,
awirên Hafizî yên lerizok
lome nekin.
Ez dibînim:
Ew evîndarî Xwedê ye.
Bilbilên bêdeng
Hevalno!
Li heyama kulîlkdana gulan
li civatek şox û şeng bigerrin.
Yên dilnas wa dibêjin
û canê me wa dibîze.
Ti kes ne merd û camêr e.
Dema dilşadiyê rabor e.
Niha dem e
em fotika nivêjan bifiroşin, meyê bikirrin!
Hewa xweş e, mizgîniyan tîne.
Xwedêyo, yarek şirîn bişîne
da meya gulan
ji rûyê wê vexwim.
Hafiz, ma vê raza seyr
ji kê re bibêjim:
li heyama cejna gulan
em bilbil in
lê bêdeng dimînin.
Da xort rabim
Kengî ez ê bibîzim
ku dê bigihim bal te?
Kengî ez ê birevim,
perrindeyê pîroz,
ji davên dinyayê?
Ger ji evînî
min bikî xulamê xwe,
ez ê dest ji
xwedîtiya gerdûnê berdim.
Xwedêyo, ewrên rêberiyê
li min bibarîne;
berî wek tozê rabim,
bila ji vê dinyayê dûr kevim.
Rûne ber gorra min,
şûşeyek şeravê di dest,
awazvan li teniştê.
Dema bêna te bêt min,
ez ê semakî ji gorrê rabim.
Rabe, bejna xwe nîşanî min de,
ey xwedaya xweşliv,
û ez ê bi reqs û semayê
ji vê dinyayê bar kim.
Ez êdî pîr im.
Min bişidîne himêza xwe
da spêdeyê ji rex te
xort rabim.
________________________
Di çapa orîjînal [farisî] de ev hevok bi erebî ye. Heman hevok di helbestên gelek helbestvanên din – hem yên berî û hem jî yên piştî Hafizî de – jî heye. Wergêrr.