MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 56, rezber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Helbest
  • Virrûru Muteyinnanâr: Şeva pêşîn
  • Dr. Yasîn Dêrikî: Çarenivîsa kevoka min
  • Konê Reş: "Bila bimire" û 2 helbestên din
  • Bêwar Îbrahîm: Axayên rastîn
  • Tengezarê Marînî: Bersiv
  • Dildar Îsmaîl: "Hey jiyan" û "Diramûsim"
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Erê, evîn tu yî
  • Hafizê Şîrazî: Destpêkê evîn asan bû
  • Li Po: Tu dipirsî ka çima li çol û çiya dimînim (6 helbest)
  • Wang Wei: Piştî barana vê dawiyê çiyayên vala... (7 helbest)
  • Meng Hao-jan: Êvar li ber çemî (5 helbest)
  • Tu Fu: Ma çi xweşî tê heye ku bihar bêt... (5 helbest)
  • Konstantinos P. Kavafis: Xwedê Antoniusî dihêle

  • 5 helbest
    Tu Fu (712 - 770)


    Bi şev di belemê de me li pêş beravê
    dema heyv di avê de li raserî kevirên binî dilive,
    bayek biharê radibe, çira dihejin,
    dengek bêhedan yê barana şevê ji çemî ve tê.
    Çenga spêdeyê di nav ewrên şil re lê dide.
    Mij perestgeha kevirîn diniximîne.
    Ramanên min belema nazik vedihêlin
    û mîna qaqlîbazek bêmad difirrin cem te.
    
    
    
    
    Berf ji bakur ve dileze Chang-shahê,
    ewrên Mongolistanê sirr û sarmayê tînin
    			dehhezar malan.
    Pel li ber bayî pelate dibin,
    berf nagihe bibe gumtil.
    Berîka min vala ye:
    piyaleya zîvîn difiroşim, meyê pê dikirrim -
    lê yarekê çawan peyda bikim? Bi tenê rûdinim,
    bendewarî êvarê û vegerra perrindeyan dimînim.
    
    
    
    
    Giya nerm e, bayê beravê sivik e;
    belemek bitenê di şevê de, stûna wê hejhejok.
    Stêran xwe şorr kiriye raserî deştê.
    Heyva hiltê li pêlên Yangtse dibiriqe.
    Ma çi mifa ye ger mirov navdar be
    ger pîr û nisax û haha êdî ji-erk-avêtî be?
    Ez li ser lêva kendekê me
    mîna bazekî xwe berdabe nav sinorên erd û esmanan.
    
    
    
    
    Ma çi xweşî tê heye ku bihar bêt,
    ku ba har bibin,
    gulan biperritînin, virr bikin avê,
    belema masîgirî biqulipînin û biavêjin beravê?
    
    
    
    
    Hurme-gurm ji erebaneyên cengê tê,
    hinge-dinga simên hespan e,
    mêrên piyade, tîr û kevan li piştê, dimeşin.
    Dê û bav, jin û zarok dibezin wan bi rê bikin:
    ji toz û gemortikê pira Hsiang-yang nasihire.
    Xwe diavêjin ber piyan, xwe bi derling û berdangan ve
    diçîrrikînin û rêyê digirin,
    gazî û hewar hildikeve û, wek ewran, esmanî vedişêrin.
    Li ber rê armanca meşvanan tê pirsîn,
    ew dibêjin: bangî me hatiye kirin,
    		em bilez in.
    Gelek hê xort çûn bakur peravên çeman:
    çilsalî jî ew hê li meydanên rojava dimînim.
    Dema ew çûn, rûspiyên gund jê re şaşik girê didan - 
    dema ew porsî vedigerin,
    		dîsan amade ne biçin.
    Li ser sinor xwîn wek deryayê pêlan dide
    lê serok hê jî têr nebûye.
    Te bîstiye ka çawan li Hanê
    li dused bajaran, hezar bajarokan û dehhezar gundên
    ji çiyayan berev rojhilat strî û darxwelî şên dibin?
    Jinên bihêz dest diavêjin tevir û bêran
    lê dehlûdirr borr dibin serev rojhilat û rojava;
    ca kî dikare azarên mêrên Ch'înê li meydanên cengê
    bipîve?
    Ew wek seyan yan mirîşkan tên ajotin
    lê ma şervan diwêre gilî bike
    		dema tiştek jê tê xwestin?
    Tevî ku dîsan zivistan e jî,
    bênvedanê nadin pasevanên derbendên sersinor -
    û bacstînên bênteng her kuncika welat seh dikin.
    Niha pare ji kû bînin?
    Û tê gotin ku welidîna kurr siûda xirab e,
    lê baş e ger keç biwelide:
    keç dikare li cîran bêt zewicandin
    lê kurr tê binaxkirin û dibe cîranê giya.
    
    Te dîtine, ezbenî, li perava Kokonor
    hestiyên spî yên ticarî nayên berhevkirin?
    Canên hestiyên nû li ber xwe didin,
    yên kevn digirîn.
    Û esman tarî dibe
    		û baran dibare ser gazin û nalînê.
    

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1