Di 12/10/2002 de li girava Balî, Îndonêzya, bi encama kiryareke terorî bêtir ji 180 kesan hatin kujtin. Ji wan dora 100 kesan tûrîstên australî bûn. Termên dora 70 kesan ji wan hîn nehatine nasîne.
Gelo australiyên mirinî, şewitînî û hatinî tirsandin kî ne? Pirraniya wan ciwanên ji paşerehên cuda ne. Pirraniya ciwanên diçin Balî salekê, du salan yan zêdetir pereyên xwe ji bo tatîleke 3-7 rojan didin hev, yan wan pereyan deyn dikin. Ji bo wan tatîla li Balî ji tatîla li şûneke australî bi kêmasî du qatan arzantir e. Guman tê de nîne ku pirraniya australiyên diçin şûnên wek Balî mirovên ne siyasî ne û ewên di nav wan de siyasî bin sempatiya wan li gel welatên belengaz heye û ne li dij îslamê ne. Heke ne wisa bûya ew nediçûn Îndonêzya. Zatî dewlemendên Australya bi pirranî tatîlên xwe li Australya, welatên ewropayî û Emerîka derbas dikin.
Kujitina van kesên bêtawan, heta kesên di welatên xwe de li dij şer, kesên ku dijitiya wan li gel îslamê nîne, baş aşkere dike ku yên li dû van kiryarên nemirovahî ne tenê nizimtirîn beşê ji efareya mirovan in, heke tew mirov bihên hesibandin, lê her weha di warê zanistiya siyasî de bêhiş û bêmentiq in. Li gor wan, ew bi van şêwe kiryaran tola xwe ji “rojava” werdigirine û rê li ber kesên wek Geoge W Bush dibirrine, lê di rastiyê de ew bi encama van kiryarên hovane piştgirên kesên wek Bush zêde dikin. Ber cîhgirtina va kiryara xwînrêj ji 4 australiyan 3 li dij şerê bi Îraqê re bûn û li dij wê yekê bûn ku Australiya di şerê li dij terorîzmê de piştgiriya Emerîka bike. Bi encama vê kiryarê heta bi rêxistinên muxalefetê bin neçar man pişt hukûmetê bigirin û guman tê de nîne piştgiriya xelkê ji bo hukûmeta John Howard li Australya dê bi encama kiryarê zêde bike.
Ji şerê cîhanî yê 2yem û vir de hîn di rojeke tenê de ew qas australî bi hev re nemirine û brîn nebûne. Di nav kesên zindî şewitînî de ciwan û pîrên ji gellek paşrehan hene, îtalî û yewnanî jî di nav de. Roja yekşemê, 20/10/2002, li tevahiya Australya wek roja şînê hat binavkirin. Tiştê li gor erfên rojhelatnavînî seyr ew bû ku di kombûnên li gellek şûnan û li tevahiya Australya cîh girtî de gotin û sloganên wek “bijî,” “bimire,” û “em ê tola miriyên xwe werbigirin...” nehatin bihîstin. Xwedî û dostên miriyan bi hêstiran û kulîlkan, û beşdar bi bêdengiyeke seyr, beshdare kombûnan bûn. Kesên axiftinî gotinên wek “nefret kesekî nagihîne çi amancan” di axiftinên xwe de bi kar hanîn. Berpirsiyarên dewletê bi mebest îslam wek oleke aştîxwaz bi nav kirin û aşkere kirin ku dijitiya li hamber hemwelatiyên musilman li vî welatî dê nehête pejirandin, ku li Australya “em hemî bi hev re ne.”
Gotina ku “gihîştina amancê û mafê tolgirtinê rê didin her şêwe kriyarê” bi ser û binê xwe ve şaş e. Kujtina bêtir ji 180 mirovên bêtwan bi şêweyeke wisa ku lawirên hov jî nakin di dema ku ew qas êş û trajêdî bo xwedî û dostên van mirovan dihîne holê de, tiştekî jî çareser nakêt. Kiryarên wisa mirovahiyê îhanet dikin.