Da ku rewşenbîr ji serpêk û çewtiyên hevdu fêr bibin, divêt ew ji gelê xwe re karên hêja bikin, evîndarên hemû babetan bin û pir hêvîdar bin, wesan bwarê bidin hevalên dî da ku ji wan bilintir bibin. Lê rewşên siyasî, abûrî û civakî li Kurdistanê bûbûn kansir û êşa zirav, wesan nedurustî û zikreşiya piraniya rewşenbîran bûbûn beşek ji jiyana rojan e. Êdî eger em li rewşa rewşenbîran di çerxa 20’ê de bi hûrî binêrin, dibînin ku pir sext, giran û aloz bû; girtin, dûrxistin û kuştin... ji lew re gelek ziyan gehiştin bizava rewşenbîriyê û vedan û birînên wan ta nuho jî diyar in û hêşta sax ne bûne.
Kesîtiya serokê neteweyî Mistefa Barzanîyê nemir
Dema bizava kurdî li başûra Kurdistanê bi hêz bû, serokê neteweyî Mitefa Barzanî'yê nemir çi caran bi serbilindî ne digot rexên dî “na û na”, yan “na çêbe”, û dema ew bizav jar bû, ewî çi caran ji lawaziya xwe ne digot “erê, erê”, yan “li ser ser û li ser çavan”. Bi kurtî ew ne cengxwaz bû ne jî newêr, ewî ne felsefe dikir û ne jî xwe ji dijminan re diçemand, lê belê her dem piştevaniya gelên bindest û reben dikir... Bi rastî xwestina serokî ji bo piştevaniya rewşenbîran pir bû, ewî li dema borî dinêrî, xewna wî jî pêşeroj bû û di dema xwe de dijya û bersiva wê jî baş dida. Anku ewî bi berpirsiya xwe radibû û berpirsiyek jî dida rewşenbîran. Li ser hindê re ewî hizir dikir ku eger ew ne gehit armanca xwe jî, ew dê her û her bixebite. Lê rewşenbîrên li derveyî Şoreşê tenê digotin “em û em û eger û eger”. Hema ji ber van sedeman Barzanîyê nemir ne tenê bi serkêşê rewşenbîran têt hejmartin, lê belê bi taca serê hemû aştî- û azadîwazan jî. Ev e îro li ber çavan xwençe û berên wî bêhtir dibin û hemû bi saya serê şehîd û xebatkarên kevin e, yên ku ji bo netewe û welatê xwe xebitîn.
Bizava rewşenbîriyê li başûra Kurdistanê
Bi rastî gotinên ku rewşenbîrên Kurdistanê bi giştî digotin ne pir giring bûn, tiştê giringtir ew bû ku guhdar ji wan têdigehiştin, li ser hindê re dema ew li dij Şoreşa Îlonê radiwestan, anku xwe dikuştin û dema Şoreş jar dibû, xwezayî bû ku ew bê post diman. Erê, hawar û qelebalixiya wan ku serokê nemir Mistefa Barzanî hizirteng û kore bû, lê ewan çewtî û kêmahiyên xwe ne didîtin û bi şil û şatiya xwe jî ne dizanî... Êdî eger ew li gel Şoreşa gelê xwe ban, hingê serokî û ewan dê kêmahiyên hevdu tekûz (temam) kiriban. Û rast e ku di wê demê de rêka azadiyê pir dûr bû, lê dîsan her bi pêgavek dest pê kir û nemaze bi pêgava pîroz ya Barzanîyê nemir bû. Lê rewşenbîran çi kir? Hingê deh rewşenbîr li Şoreşê ne man û yên dî bûn efendî, heval û rênasên dewletên dagîrker, yên ku ji bo parçekirina bizava azadî û serxwebûna Kurdistanê ji rewşenbîran re bizavên nû yên pêşverû li dij Şoreşa Îlonê damezrandin. Her ji wan deman rewşenbîran ne tenê difna xwe bilind dikir û hew, lê belê zimanê xwe jî li dij rewşenbîrên Şoreşê dirêj dikir… Cihê serbilindiyê bû ku azadiya rewşenbîran li Şoreşê hebû, lê ew azadî ne ji bo birîndarkirina rewşenbîrên li derveyî wê bû, ewan jî girov kir ku xebat tenê li ser çiyayî bû. Bi rastî cangorî (fedekarî), xebat û karên ku rewşenbîrên Şoreşê kirin bêsinûr bûn û her nayên pesindayîn. Lê yên ku li derveyî Şoreşê bûn xwe bi zana dijmart, lê ewan ne dizanî çi bikin û ji wan re bive bû ku bikevin cihekî kaviltir, her di heman demê de ewan ji serhişkiya xwe jî partiyatî û şerê ragehandinî dikirin. Êdî dema ewan gelek cewtî kirin, hingê sext bû ku bi kêmî ve karekî rast bikin. Û eger rewşenbîr û serokatiya Şoreşê ji hevdu baştir têgehiştiban, dê ji wan re sanahîtir biba ka nelihevhatina wan ji ber çi bû? Û ma dem piraniya rewşenbîran ne li gel Şoreşê bûn, her pêtivî ne bû ku bazirganiyê bikin. Û pîstirîn bazirganî û hem jî zirfelsefe, ew bû ku ewan bi kuştina dr Şivanî û Seîd Elçî bûn xwedan zirhelwêstek û her bê ku bizanin sedem çi bûn û her bê ku bizanin hemû binasên dr Şivanî bûn, yê ku hêviya MIT-a turkî bi cih anî û bû şehîdê rêbaza Ataturkî..
Bizava rewşenbîriyê li sê parçên dî
Bizava rewşenbîriyê li rojhelata Kurdistanê piştî nemana Şahê Îranê kevt bin destê rêxistinên bêserpêk û gelnenas wek PDK-Îran û Komelê... encam jî poşmaniyeke bê wuc bû. Hingê Kurdistan ji aliyê Rejîma Islamî ve kavil bû ziyanên mezin gehiştin gelê kurd, û hingê rewşenbîr ji Kurdistana Îranê revîn û li Ewropayê bûn penaber.
Bizava rewşenbîriyê li Kurdistana Sûriyayê jî pir jar û lawaz bû û rewşenbîran ji bo armanca xwe sal bi sal û bi gelek awayên seyr pêkol dikirin ku rojekê ji rojan wek birayên xwe, “rewşenbîrên Kurdistana Îranê) xwe bigehînin Ewropayê û bibin penaber. Êdî ew jî gehiştin armanca xwe...
Di heman demê de eger em li rewşa rewşenbîrên bakura welatî binêrin, dibînin ku MIT-a turkî bi wan rewşenbîrên bêhelwêst dileyist û ji aliyê wê ve dihatin bikaranîn… û piştî ku rewşenbîran gel û welatê xwe firotin, xwe gehandin Ewropayê û bûn penaber. Û karê ne seyr ew e ku piraniya rewşenbîrên bakura welatî ji welatparêziya xwe ji derveyî Turkiyayê difirin Stenbûlê da ku leşkeriya xwe bi çend dolarên emêrîkî tekûz bikin. Hejî gotinê ye ku ew di ragehandina turkî û kurdî de jî diwêrin xwe biparêzin. Êdî ev çi hizr û dîtin in û ev çi rewşenbîrî ye?
Xwestina PKK ji rewşenbîran çi bû?
Nêzîkbûna YNK ji PKK di notiyan de hişt ku piraniya rewşenbîrên Kurdistanê dem bi dem dibûn hevalbendên PDK. Hingê PKK bi alîkariya MIT-a turkî destê xwe dirêjî hemû rewşenbîran dikir… Ewê nivîserê hêja Mûsa Enter kuşt û kuştina wî kir stuyê MIT-a Turkî. Û ma ne seyrtir bû dema MIT-a Turkî kek Esxer Şikak “neviyê Simko Şikak” kuşt û PKK di ragehandina xwe de xwedan li kuştina wî derket? Li ser hindê re hebûna Medya-TV jî grov bû ku xwefiroşî li nik piraniya rewşenbîran jiyan bû. Hingê PKK piraniya rewşenbîran ji bo berjewendiya xwe bikartanî û bi wan dileyist her wek ku ewê nîvê mirîşkê dibiraşt û dixwar û nîvê dî jî dixwest ku hêkan jê re deyne! Lê çend rewşenbîrên azad hebûn ku ne dipejirand, ji lew re PKK pûte bi wan ne dida... Êdî xwestina PKK ji rewşenbîran her wesan bû, her wesan e û dê her û her wesan be. Ji ber ku rewşenbîr jê re divêt wek koleyên stuxwar bin, dest û piyên wan girêdayî bin, kore, lal û kerr bin û t.d. Lê rewşenbîrên ku azadiya rewşenbîriyê diparast, çi buhayeke wan li nik PKK ne ma. Êdî bila PKK baş bizane ku hiş, can û dilên rewşenbîrên rast û durust, baş û dilsoj çi caran nayên dizîn, bila baş bizane ku ew her dem dikare wan bikuje, rêkê li wan bigre û wan deyne zîndanan, lê ew “PKK” çi caran ne şêt xameyên (qelemên) wan bikire yan bişkîne.
Rewşa rewşenbîriyê di vê cerxa 21’ê de
Lê eger em li vê cerxa 21’ê binêrin, dibînin ku rewşa rewşenbîriyê pir bed e û ji çerxa berê aloztir e. Rewşenbîrên îro li derveyî welatî nediristbûna xwe nîşa neteweya xwe didin. Bi kurtî nayek durist (duristî) ji erêyek nedurist (neduristî) baştir e. Ji ber ku wek rojê diyar e ku rewşenbîr xwe bi baştirîn, mezintirîn û bilintirîn kes dijmêrin. Hema ji ber hindê tenahiya (în’îzala) wan bûye sextirîn bela. Êdî dê çawan xwe fêr bikin û xwe bipêşxînin? Ez dibînim ku tiştekî xwezayî ye eger rewşenbîr çewtiyan dikin. Lê eger ne kin, hema çi tiştekî dî na kin, anku kirina çewtiyan bila karê rojane be. Lê bila ew çi tiştekî li dij xebatkarên kevin ne bêjin û çîrokan jî çê ne kin eger ew nizanin ku rast be, û eger ew dizanin ku rast e, hingê bila di berahiyê de ji xwe bipirsin gelo çima em dibêjin?
Wek têt zanîn ku piraniya rewşenbîran li derveyî welatî belav in, wesan li kar û xebatê beşdar na bin, lê belê tenê rexneyan li dij axa azad dibarînin, hema wek bab û bapîran gotibû “yê ku ne li govendê bit, xweşreqas e”, “eger nexweşiyek hebit, dermanek jê re her heye”. Êdî hindek hene ku li vê rewşê pir baş dinêrin û li pey karîna xwe jî wek Şêtanî dilivin. Û tiştê ne seyr ew e ku PKK ji rewşenbîrên derveyî welatî re çewtiyên xwe bi derewan vedişêre, her wek ku “ew kunên cilên xwe bi pîneyên kirêt vedişêrit”. Êdî eger arîşên rewşenbîran hebin, bixwe çareserkirin jî her hene, lê tenê bi bêhnfirehî ye, ne bi harîkariya PKK yan bi destdirêjiya wê ye. Ji ber ku PKK û rewşenbîrî “kuca merhebe?”. Û seyrtirîn kar ew e ku PKK li ser guhartina navê xwe radiweste. Gelo ma gurg dikare bibe pez yan kevokek ji bo aştiyê? Lê bi rastî hêvî heye eger PKK xiyaneta xwe aşkera bike û daxwaza lêbûrînê ji gelê xwe bike, ji hemû rewşenbîran… wesan ji hemû şehîdên Kurdistanê jî wek Mezlûm Doxan, Egîd û Bêrîvanê û y.d. Ji ber ku şehîd her dem nemir in.
Mizgîniya PDK û YNK
Bab û bapîran gotibû “Demê dilopên avê kom dibin, ji wan cokek peyda dibit”, êdî PDK û YNK bi berhevbûna kak Mesûd Barzanî û mam Celal Talabanî “û piştî çar salan hêdî hêdî û piçek piçek nêzîk hev bûn”. Hejî gotinê ye ku ev her du serokên navbirî daxwaza lêbûrînê ji gelê xwe kir... û peymaneke dûrokî pêk anî, û yekser ji bo yekbûna Perlemana Kurdistanê mizgîniyên xwe yên hevbeş jî belavkirin. Bi rastî biryarên van herdu aliyan bawerî û hêviyên hemû hêzên siyasî û rewşendbîrên wan xurtir kirin û nemaze yekbûna Perlemana Kurdistanê ji gelên Kurdistanê re pêgaveke pir mezin bû. Lê dema vedana wê peymanê gehişt PKK, çi bandoriyek (kartêkirinek) erênî li rewşenbîrên wê ne kir, anku ew peyman li nik wan wek rêklamek bû û hew. Êdî bila rewşenbîrên rast û durust yekîtiya xwe ji bo netewe û welatî biparêzin û pêkve bixebitin, û bila baş bizanin ku jiyana bê sextî, bê kul û arîşe her wek azadiyeke bê şehîd e, gotareke bê naverok e, yan kevaleke bêsih e... Êdî baş e eger bizava rewşenbîriyê li axa azad ji me re bibe baştirîn nimûne û ji zanînê re ku îro jî ne dereng e. Lê dereng e û hem jî bive ye eger sube bihêt destpêkirin. Ji ber ku birînên kevin hêşta sax ne bûne û yên nû jî PKK sube dê peyda bike.
Xwestina PKK ya nû!
Bi rastî pêşeroja nêzîk dê diyar bike ku xwestina PKK ya nû ji rewşenbîran çi ye. ”Şerm ne bit” ewê navê xwe guhartiye... Ev xwestin bixwe dê ji rojê zelaltir bibe û hejî gotinê ye ku wek berê ji peydakirina MIT-a turkî ye, anku xebata dr Şivanî û Ebdella Ocelanî armancek e. Êdî dr Şivanî ”lê lê” xwend û hêşta ”lo lo”ya Ebdella Ocelanî ye. Gelo ma ev ”lo lo”ya wî ta kengê be? Ma tekûz û hew ne bûye? Ma ne bes e? Bi rastî her ne seyr e ku ta îro jî gelek rewşenbîrên xwefiroş û berjewendîxwaz li ber mizgîniyên Ocelanî semayê dikin, wesan di çend kenalên ragehandina turkî û kurdî de çeleng in. Erê û hemû ji bo vejandina rêbaza Ataturkî ye. Êdî bila bêhna me fireh be û em dê her û her bi çavên xwe xwestina PKK ya nû bibînin... û hingê em dê pêkve ”xwezî û sed xwezî ax par vî demî“ bistirin.
Di dûmahiyê de dixwazim bibêjim ku piştî lihevhatina kak M. Barzanî û mam C. Talebanî û piştî ku kak Mesûdî xwe û mam Celal bi berpirsên rewşa borî hijmart, wesan û piştî ewan daxwaza lêbûrînê ji gelê xwe kir, bi dîtina min ewan çend tovên nermbûnê û mirovaniyê di serê hemû serokên rojhilatê de çandin. Ji ber ku ev diyarde li rojhelatê nîne û baş e eger serokên turk, ereb û faris jî li pey şopa wan biçin û hemû ji bo wekhevî û mafên gelan in. Êdî pirsa min ew e ku kengê mafê rewşenbîrên rojhilatî “bi giştî” heye ku ew bi tekûzî hizr û dîtinên xwe derbibirin, wesan bila hemû jî bizanin ku mafê guhdaran jî heye ku guhdariyê bikin yan ne kin.