Wek hûn pê dizanin di 3ê meha Novembirê de, dê li Tirkiyeyê hilbijartina giştî çêdibe. Hilbijartin di rewşek normal û demokratik de nayê çêkirin. Bi vê hilbijartinê, em bixwazin an nexwazin dê pesnê demokrasiya Turkiyê bê kirin û di dawî de jî meşrûyetiya rejîma wê bête qebûlkirin. Ev ji bo me Kurdan dezavantajek e. Hilbijartinek bêedaletî û nedemokratik hin dahfika jî bi xwe re tîne .
Piraniya partiyên Tirkiyeyê ku dikevin hilbijartinê bi toqmaqê dewletê (îdolojiya resmî ya dewletê) li defê dixin. Ew wek organê dewletê ne û hew mafê dewletê diparêzin. Mafên însanan, mafên Kurdan, li hemberî dewletê nayê parastin, ev ne karê siyaseta wan e. Di siyaseta wan de vatiniyê dewletê tune ye, hew bes mafê dewletê heye.
Partiyên Îslamî partiyên utopîk û pragmatîk in. Propangandaya hêviyên sexte ku ji guhê raya giştî re xweş tê, dikin; ”Dûzana Adil, Dîtina Mîllî, Asr-î Saadet ” hwd bi kar tînin. Ew dixwazin cîyê, îslametiyê di civatê de zêde bê xuyanîkirin. Li gorî wan mafê mirovayetiyê, demokrasiyê û mafê kurdan ne di bin tehdîda siyaseta dewletê de ye, lê belê îslamiyet di bin tehdîdê de ye.
Partiya HADEPê ku profîla xwe ya partiya kurdbûniyê winda kiriye, îro wek partiyeke çep, di bin baskê DEHAPê de dikeve hilbijartinê. Îro siyaseta HADEP/DEHAP ne ew e ku pirsa kurdî çareser bike, lê ew giringiya siyaseta xwe di pirsa demokrasiyê de an jî ber bi firehiya demokrasiyê de dibîne.
Em tekoşîna ku ji bo demokrasiyê tê dayîn piçûk nabînin. Pêwistiya civata Kurd û Tirkan bi demokrasiyê heye. Demokrasî kare bibe garantiya parastina hin mafên demokratik, lê temînata statûya sîyasi ya Kurdan nade. Aktorên projeyên sîyaseta piralî divê hebin û ji hev cûda bin. Herkes bila xizmeta projeya xwe bike. Pirsa Kurd û pirsa demokrasiyê, du projeyên cûda ne. Partiyên Kurd divê dînamîka siyaseta xwe li ser pirsa xwe disiplîne bikin. Pirsa çareserîya Kurd û pirsa demokrasiyê ne aynî tişt in, lê dikarin tesîrê li hev bikin. Ji bo me çareserkirina pirsa Kurdî pirsa yekemîn e. Sebebên hebûna me ev e, divê em jê veneqetin. Em bînin bîra xwe ku di sîyasetê de gurûra neteweyî pêwîst e. Ji bo azadiya civakî, şertê yekem birêxistinbûniya netewebûnî ye.
Di vê hilbijartinê de gelek partî beşdarê hilbijartinê dibin, lê ne pir sîyaset. Li ser navê Kurdan û li ser pirs û pirsegirekên wan tu parti beşdarê hilbijartinê nabe. Ne Siyaseta “Kemalizmê” ne ya “ Dûzana Adîl” û ne jî projeya siyaseta “demokrasiyê” teminata mafên siyasî ya gelê kurd nikare bide.
Partiya ku îro pirsa Kurdî ji xwe re kiriye bingeha siyaseta xwe di halî hazir de HAK-PAR e. Ew, pirsa Kurdan bingehîna pirsa Turkiyê dibîne û bê ku pirsa Kurd bê çareserkirin, demokrasî û aşitiya civakî jî ne mumkin e peyda bibe. HAK-PAR di vê hilbijartinê de serokê xwe Birêz A. Melîk Firat li Diyarbekirê wek namzetekî serbixwe nîşan daye.
Ger kurdên li Diyarbekirê û der û dora wê rayên xwe ji bo rêzdar A.Melîk Firat bi kar bînin, ji bo me Kurdan serkeftineke mezin e! Ji bo vê yekê jî em bangî Kurdên runiştvanê li Swêdê û Awrupa dikin û dibêjin: ”Ger tu ji Diyarbekirêyî û dost û nasên te, mirov û malbata te, kom û eşîreta te, li Diyarbekir û der û dora wê dijîn, ji kerema xwe, bi wan re peywendî deynin, bila herin ser sandoqê û rayên xwe ji bo A. Melîk Firat bi kar bînin.
Rêz û hûrmet
Oktober 2002, Swêd
Komîteya piştgiriya namzetê serbixwe yê Diyarbekirê A. Melîk Firat