Pozname hêvî dike ku nebe mesela girara heft kebaniyan.
Li Hewlêrê roja înê xutbe li ser hunermendê pirr hezkirî Zekerya ye:
- Wî Bakteryayî hemî keç û kurên me pûç kirin, mela radigihîne.
Dema Mistefa Barzanî û hogirên xwe digihin Sovyetistanê, Barzanî ji peyrewên xwe re dibêje:
- Em kurd in û doza kurdîniyê dikin. Ji bîr nekin ku em nehatine vir bikevin pey keçikên rus û rûs.
Wê şevê kesek ji hevalên Barzanî newêre nivînên xwe bi kezîzerekê germ bike. Lê spêdeyê ha dibînin ku li şûna yekê, du keç di bin milê Barzanî bi xwe ve ne!
- Ha! Ev çi ye? Hevalên wî ecêbgirtî dimînin. - Ma te bi xwe negot ku nabe em bikevin pey keçikan, yekî ji Barzanî pirsî.
Wek tê zanîn, Barzanî gelek têgihiştî û bersivamade ye:
- Ev ne keç in, ev horiyên biheştê ne, ew dibêje.
Mamoste dipirse:
- Temo lampe bo çi ne?
- Bo mêtinê ne, mamoste-giyan.
- Çewa bo mêtinê, kuro!?
- Mamoste, diya min her roj dibêje bavê min: "Ka lampeyê bitemirîne daku ez ewkî bimêjim!"
Hemeyî Hecî Mehmûd di bernameyek televizyonê de:
- Mala we, Rusya û Amerîka xwe gelekî mezin dihesibînin bi hindê ku wan şerê sar kiriye. Ma ew jî mêranî ye ku li sarmayê wan şer kiriye!?... Min bi xwe berf li çokan şer kiriye!