Bi sond bêhiş û dîn e ew gel û milet ê bawer dike ku azadî û serbestiya wî dikare bi rêbaza tenê mêrekî pêk bê. Ew mêr, heke baş û qend jî be, nikare ji hemiyên din zêdetir qenciyê bike, lê heke ew xerab be, di dest wî de heye hêz û şiyan ku bêasteng ji milyonan kesan zêdetir belayan peyda bike. Misogertirîn û esehîtirîn piştevan bo azadiya gel ew e ku gel bi xwe bi azadî komek mirovan bibijêre ku tê de ne kesek bi tenê lê hiş û aqil serdest û serdar bin.
Û ax çendî bêhişî û dînî ye ku ew mirov, ên ku bi xwe jî dikarin karûbarên xwe bikin, ji ber miskînî û tembelî û keslaniya xwe hemiyê didin dest mêrekî bi tenê û ne mîna mêr û camêran lê zêdetir wek kêmaqil û mejîreşan her tiştî didin dest kesek wisan ku nikare erk û vatiniya xwe bi cî bîne û yê ku, tevî meaş- û destheqgiriya xwe jî, nabe xizmetkar lê dibe axa ji gel re.
Û ku gel û milet, ê ku wisan bi gernasî û mêrxasî bo azadiya xwe tê koşiye û bûye cangorî, hêvî û sozên xwe yên camêrane dide dest mîr û serok û serdarên hindî qeşmer, ev kirin ne tenê mirov ecêbgirtî û matmayî lê dilşewitî û pirr qehirî jî dihêle. Gelo ma bi rastî jî ew gel, ê ku li meydanên şer bi çelengî û fêrisî azadiya xwe bi dest xistiye, ewçendî rezîl û nezan e ku dîsan xwe bixe bin wê nîr û zincîrê ku aniha bi destê xwe şkandiye? Heke em wisan bikin, em şan û şerefa xwe diherimînin, û dê serok û zordar hemberî me serkeftinek wisan bi dest bixin ku wan dê ticarî nikariya bi destê xwe bigihinê.