Qonaxa ku em tê re derbas dibin ji bo herêmê û bi taybetî ji bo Tevgera gelên Kurdistanê gelekî girîng e. Mudaxela Emerika li himberî Iraqê di rojeva cihanê de ye. Welatên wek Tirkiye rojane li ser ihtimala êrîşa Emerika disekinin û li gora xwe senaryoyan çêdikin.Di serê seneryoyên wan de erîşkirina Kurdistana Başûr heye. Kurdên Başûr bi hemî awayî xwe amade dikin ku, bi awayê herî baş pêşewaziyê li bûyerên ku biqewimin bikin.
Bê goman tiştên li Kurdistana Başûr çêdibin cihê dilxweşiyê û serbilindiyê ye ji bo her Kurdekî welatparêz. Cih bi cihkirina peymana Washington wê pêşiya tevgera Kurd veke û ji bo çespandina demokrasiyê di civata Kurd de wê rolek girîng bileyze. Bi taybetî civandina Parlementoya Kurdistanê têkilbûna hemî endaman bûyerek dîrokî bû. Herweha piraniya Rêxistinên siyasî, dezgehên civakî, rewşenbîr û kesayetên Kurd piştgiriya vê gava dîrokî kirin. Ev yek bi xwe jî gelekî giring e û ji bo tevgera Kurd bûyerek erêniye. Ev dide xuyakirin ku, dema mirov berjewendiyên netewî dide pêş yekitiyek ya dezgehên siyasî û civakî jî peyda dibe.
Îro du tişten gelek girîng- li Tirkiye û Kurdistana Bakur di rojeva raya giştî de ne. Yek ji wan hilbijartinên Parlementoyê li Turkiye ne, ya din jî midaxeleye Emerika ya hemberê Iraqê ye. Mixabin di hilbijartinan de Kurd bi nasnama û rêxistinên xwe nikarin amade bibin. Ji aliyekî ve DEHAP bi navê eniya demokratik tevi du partiyên marjinal yên çep dikeve hilbijartinan, ji aliyek din bi hezaran Kurdên din di nav partiyên heyin de bûne berendamên parlementoyê. Li gelek deveran jî Kurd serbixwe tekilî hilbijartinan dibin.
Em wekî PDK/Bakur, gelek vekirî dixwazin di van hilbijartinan de hevkari û pişgirtiya berendamên Kurd yên welatparêz bikin. Çi ew serbixwe bin û çi di nav hinek partiyan de cih standibin gerek wek kesayet bêne nirxandin û li gora wê jî piştgiriya wan bête kirin. Mimkin e ku bi vê rêyê hinek kesayetên Kurd yên welatparêz bikevin parlemantoyê de.
Her weha roj tune ye ku berpirsiyarên dewleta Tirk Kurdistana Başûr tehdît nekin. Pirsa Başûr kirine pirsa hilbijartinê û her kes li gora xwe dixwazê feydê ji vê pirsê bibîne. Lê tu caran Kurdên Başûr serê xwe ji tehdîten kesekî re natewînin. Dema pêwist be jî bersiva wan tê dayîn. Li vê derê berpirsiyarek mezin û bingehîn dikeve li ser milê hêzên siyasî yên Bakur.
Gerek em hemî bi yek dengî dijî tehdîtên devleta Tirk derkevin û bikaribin singê xwe ji bo xaka Kurdistana azad bikin sîper. Em wek Partiya Demokrat a Kurdistan amade ne ku tişta pêwist bikin Ji ber ku em vê yekê wek erkek netewî dibînin.
19. 10. 2002
Hemreş Reşo
Serokê Giştî, Partiya Demokrat a Kurdistanê /Bakur