MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 34, sarmawez 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Şahînê B. Soreklî: Kurdan şoreşeke nû divêt
Beşîr Botanî: Rewşenbîriya kurdî ber bi çi ve ye?
Hemreş Reşo: Civîna hevpar a Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê
Dilbirîn: "Min ew çetetiyê xilas kirin"
Evdile Koçer: Dehap dê çawa bendê veke?
John Milton: Bêhiş û dîn e ew gel
Dengê Bakur: Bo raya giştî
Ulla Hoffmann: Şer hat, serdankên gazê...
Şahînê B. Soreklî: Nemirovan mirov kujtin
Piştgirî ji A. M. Firat re


Apo dibêje:

"PKK çete bûn, min ew ji çetetîyê xilas kirin"

Dilbirîn: [email protected]

Rojnama Özgür Politikayê ya di 13 cotmehê- ekim – de gotarek Evdilah Öcaln weşandibû, Evdilah di wê gotarê de dibêje; min gelê kurd ji ber kom kujîyê xilaskir û min wezifa xwe bicih ani, ji ber ku dewleta yunanistan dixwest gelê kurd û tirk bihevdû bidin qirkirin û dixwest gêrîla ji gêrîlatiyê derxe û têke weki çete, gêrila jî di çetetîyê de xeniqibû lê hevalan ev yeka ferq nedikirin, li ser me listikê hêzên der hebun min gel ê Kurd ji qirkirinê û ji çtetiyê xilaskir û hwd….

Di virde Evdilah Öcalan resmen li gelê Kurd heqaret dike û pirsa gel ê kurd bi devê serleşkerya tirk dika pirsa cetan yanî terorê. Bi ya min meriv dikare bi du awaya vi gotara Evdilah şîroveke, ya yekem ya Apo nizine çi dibêje; ku ev jî ihtimalek gelek dure, ji ber ku Apo dizane çi dibêje; ya duemin, Apo bi devê Komara Leşkeriya tirk û binavê Kurdan pirsa kurd dike pirsa terorê û ya heri rast jî eva duemin e, ez ê jï li ser ya duemin bisekinim.

Apo dibêje;: min gel ê Kurd ji ber kom kujîyê xilaskir. Başe! Yê ku gel ê Kurd anî wê merhelê û bi kom kujîyê re ru birû hîşt, kî bu gelo? xêr ji Apo kê serokatîya PKK dikir? Apo di îfadê xwe de dibêje; bizava şêx Seid, bizavek paşverû bû, tiştek ji komara kemalist fêm nedikirin û hevkarê îngilz bûn, ji ber vê yekê jî, ya baş ew bû ku Ataturk ew têkbirin û bi vî awayî jî, ji kurdan re dibêje; hun nezanbûn we ji komara tirk fêm nekiribûn, ew qetliama ku Ataturk li dijî Kurdan bikarani neqetliam bû, belku Ji bona demokirasiyê bu û divê ew Kurdan bihatana kuştin.

Anaha jî, Apo li nava çavên malbatên şehîdan mêze dik û bê ku fedike dibêje; girila di nava çetetîyê de xeniqibûn!... Gelo çete tê çi weteyê? Dema em peyva çete wergerinin zimanê kurdî tê vê menayê, çete! Yani diz, h`erami, rêbir û hemû karên nelirê dikin. Lê bizamanê navnetewî jî tê meneya terorist, belê... yan Apo dibeje; PKK cete bu, lê min ew ji cetetiye xilaskir, yanê ji trorisitiyê. Başe, kibu bist salan serokê vê çeteyê bû? Ne Apo bixwe nebû?…

Mixabin çavên Apociyan kore û guhên wan ji kere, rastiyê nabinin û h`eqiqetê jî nabihizin. Apo bivan gutinan, dixwaze dilê Komare kemalist xweş bike û binavê Kurdan jî dixawaze pirsa kurdan ji têxe pirsa twrorê, ji aliyek din de jî dixwaze, ew piştgiriya ku dewletên Ewrupi didan pirsa kurdî were kêm kirinê, lê biser nakeve ji ber ku dewletên Ewrupa jî dizanin Apo xwediyê çi karekteri ye. Hetan naha bised caran dewleta tirk digotin li tirkiyê pirsek binavê pirsa kurd tuneye, pirsa çetan heye ewên çek girtine û li çîyan şer dikin kulmeki çetene û ne mumkine ku em bi hin rêbir û çetan re rûnên. Pişti cend salan Apo bixwe dibêje, PKK di çetetiyê de xeniqibu û min PKK ji çetetiyê xelaskir, him jî bivî awayî ew biryara dinyayê da ku PKK teroriste, Apo bi xwe jî dipejirine û dibêje; belê me bist salan şerê çetetîyê kir û nerast bû. Divê Kurd ji bona demokirasiyê bixebite û Komara demokirat jî vayê heye îdî kurd çi dixwazin?

Nizanim KADEK bi çi ruyê dixwaze di parlementoya li başûrê Kurdistanê de cih bigire? Gelo KADEKê ji bona kurdên li başûrê Kurdistanê çi kirî?… gelo qabilyeta fedî kirinê di KADEKê de heye ku karibe fedike ji wan gotinên xwe yan na? Rojek ji rojan Apo û Osman Öcalan li ser rewşe xwe û ya hêzên Kurdistana îranê fikirine? Ka bila mêzekin PDÎ û PKÎ ji sala 1991 virve hemi xebatên xwe yên çekdari li dijî dewleta îranê kirin xewê û şer nekirin. Ji bona ku karibin alikariya Başûrê Kurdistanê bikin û pirr jî alikari kirin ez weki kurdek geleki sipasiya Partiya demokirat a Kurdistana Îranê û Komele dikim ji ber vê helwesta wana hêja.

Lê PKKê çi kir? Ew kurdên ji ber top, tang, balefir û çekên kimyayî yên Sedam xilas bûbûn, îjar PKKê ew kuştin, bombe kirin binê malê wan bijana û zarokan ve kuştin. Vê helwesta PKKê û ya hêzên kurdistana Îranê hun xwendevanên hêj binirixinin. KADEK behsa demokirasiyê dike, bi rasti pirr ecêbe!.. hgelo KADEK azadî dide endamên xwe, ku karibe bi hewesiya dilê xwe, xwe îfadeke? Gelo Apo, mirove yan jî pixember? Ez hêvi dikim Gelê Kurd mejû yê xwe bikar binin û rstiyê bibinin. Apo ji bona gelê Kurd musibetek mezine, sade emrê dewleta tirk pêk tine û tu fêdeki wi ji Kurdan re tuneye.

Digel selavên germ

Dilbirîn / 2002 10 15

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1