MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 34, sarmawez 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Şahînê B. Soreklî: Kurdan şoreşeke nû divêt
Beşîr Botanî: Rewşenbîriya kurdî ber bi çi ve ye?
Hemreş Reşo: Civîna hevpar a Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê
Dilbirîn: "Min ew çetetiyê xilas kirin"
Evdile Koçer: Dehap dê çawa bendê veke?
John Milton: Bêhiş û dîn e ew gel
Dengê Bakur: Bo raya giştî
Ulla Hoffmann: Şer hat, serdankên gazê...
Şahînê B. Soreklî: Nemirovan mirov kujtin
Piştgirî ji A. M. Firat re


KURDAN ŞOREŞEKE NÛ DIVÊT

Şahînê B. Soreklî: [email protected]

Ber çend rojan min gotara hêja Jan Dost ya di derbarê Nîzar Agrî û Bavê Nazê de xwend (NIVÎS: 10/2002). Helwestên baş di gotarê de hebûn (Mixabin min gotara Bavê Nazê nedît). Min hemî nivîsarên Agrî nexwendine, lê li gor yên min xwendinî bêyî guman bi kêmasî hinek ji dîtinên wî di cîh de ne.

Nîzar Agrî û Jan Dost ne nivîskarên tenê ne ku di derbarê hin sinçiyên Kurdan de bi gaznic in; her weha Agrî ne yê tenê ye ku hin ramanên di nav Kurdan de şûna xwe girtinî di cîh de nebîne, lê bi kêmasî wan dîtinên xwe aşkere kirine û Agrî li helwestên xwe ne poşman e; va yeka jî ji mafê wî ye. Ewên ji helwestên wî bi gaznic in, li milê din, wan jî maf heye ku bi nivîsarên xwe dîtinên xwe diyar bikin, ne bi brînkirina hestan û hêrîşbirina şexsî, lê li gor pîvanên rexnegiriya durist û radebilind.

Bi dîtina min gellek aliyên Kurdan yên nedurist hene ku bi pirranî bi encama hestê xwekêmdîtinê hatine holêye. Ji ber ku wan dewlet û dîrokeke nivîsandiye rêk û pêk bi zimanê wan nebûne û ji ber ku welatê wan beşbeş e, ew di bin stemkariyê de ne… Kurdan, yan hinan ji wan, carine rastî xar kirine, yan mirov û bûyer ji radeya layiqbûnê mezintir kirine da ku xwe ji hestê kêmdîtinê rizgar bikin, yan hestê serbilindiyê di nav hişên xelkê de bi rêxin, bi amanca ku ew xwe li hamber serdestan biçûk hest nekin. Heta hin rêxistin û kesan rastiya dîrokî xar kirine, di wê demê de ku wan bi xwe neyarên xwe bi guherandina dîrokê û xarkirina rastiyê tawanbar kirine. Wek nimûne, di nav Kurdan de kes û rêxistin hene ku “Mezopotamya” wekî ku ya Kurdan bêt raber kirine, tew wek “Mezra Botan” bi nav kirine; pûtên ji demên kevnar (ji şaristaniyên kevnar yên Aşûriyan, Ermeniyan û yên din) manî wekî ku berhemên gelê kurd bin xuya kirine… Hinên din hene ku pêxember Îbrahîm dikin kurd û di bizava xwe de munaqeşeyên ji îspatên zanyarî dûr bi kar dihînin. Bêyî guman ew vê yekê bo amancên neteweyî dikin. Heye ku ew bi vê yekê wê daxwazê dikine ku “îspat” bikin Kurdistan heta ber destpêkirina dîroka nivîskî jî ya Kurdan bûye. Ev xuseta ne tenê li nik Kurdan heye, lê li nik endamên gellek neteweyên din jî, yên ku hîn îroj di kûraniya hestên xwe de xwe biçûk dibînin. Aliyên netewepereste tirk, wek nimûne, bi encama hestê xwekêmdîtinê dîrokeke bi derewan dagirtî, yan hatî xarkirin, bi kar hanîne û dihînin.

Bo min me hewcedarî bi wê yekê niye ku em “Mezopotamya” bikin ya Kurdan, ne jî me pêwîstî bi kurdbûna Hezretî Îbrahîm heye. Bizavên xarkirina rastiyê çi caran bi ser nakevin û bo amancên dûr bêyî sûd in. Heta heke em li gor xwe îspat bikin ku Hezretî Ibrahîm “Kurd” bû, ma gelo va yeka rast baweriya cîhanê ya di derbarê Kurdan de biguhere? Baweriya cîhanê di derbarê Kurdan de dikare tenê bi encama du rastiyan bihête guhetin: Yan Kurd xwe bi xwe, bi encama hêza xwe, ramyarî dibêt, aborî dibêt, yan çekdarî, xwe bi dewltên serdest û cîhanê bidin pejirandin; yan jî aliyekî dervayî wan bigihîne rewşke nû. Cihûyên li seranserê cîhanê belav bûyî bi hezaran sal her şem digotin, “Bi hêviya hevdîtina li Orşelîmê (Qudsê).” Di tewrat û incîl û quranê de jî îspata hebûna wan û welatê wan yê kevnar heye, lê tenê wê demê ji dest wan hat der ku Israîl wek dewlet îlan bikin, dema wan xwe gîhand qonaxa ranana gaveke wisa ku xewn û hêviyên wan zindî kirin. Çiqa wan xwe ji bo ranana gavê amade kiribûn jî, ew bi serê xwe dê nikaribûna bibin xwedan dewlet. Bêyî alîkariya ewropayî ya salên 40an û 50yan û bêyî alîkariya emerikî ya berdewam Cihûyan ê nikaribûna Israîl damezirînin û zindî bihêlin. Li milê din, li gel ku tewrat û pirtûkên din yên pîroz hebûna Israîla kevnar îspat dike jî, ma gelo Cihûyan maf hebe daxwaza “Israîla Mezin” bikin? Heke em îspatên dîrokî wek senedeyên tapiyan bipejirînin, wê demê Emerîkaya îroj, bi bakur û başûrê xwe ve, her weha Australya, divên li xwediyên xwe yên eslî bihên vegerandin. Îtaliyên îroj, yewnanî, aşûrî, misrî û endamên netewene din, ew jî dikarin wê iddîayê bikin ku di vê yan wê demê de filan war û bîvan war ya empiratoriya wan bûye. Ji bo Kurdan rastiyeke ku kesek nikare înkar bike heye û va rastiya hem îspat e, hem tapî ye: Beşê herî mezin ji daniştvanên devereke mezin ji Rojhelata Navîn xwe wek Kurd bi nav dikin, bi zimanekî diaxifin û xwedî li nasnameyekê û li çandekê derdikevin. Kesek nikare vê yekê înkar bike û ji lewre ew hene û şûna ew lê dimînin welatê wan e. Bi encama vê rastiyê Kurdan ne hewcedarî bi hestê xwekêmdîtinê heye, ne jî bi bizava xarkirina rastiya dîrokî.

Hestê xwekêmdîtinê ji xwebiçûkdîtinê û kêmbûna baweriya bi hebûna xwe dihêt. Tirk ji trexnegirtina li Mustefa kemal ditirsin çimkî hîn bi xwe ne bawer in û ditirsin ku rastiyê diyar bikin. Neteweyeke wek înglizî, li milê din, bi xwe û hebûna xwe bawer e û nema ji rexnegirtinê ditirse. Mirov dikare li Churchil, Şakespeare Û heta li kirala wan jî rexneyan bigire û qerfên xwe jî bi wan bike. Bala xwe bidinê ku hîn îroj jî kesek newêre rexneyekê li îslamê bigire. Feteyên kujtinê dikarin di derbarê wî de derkevin, civatek dikare li wî bihête xezebê û dikare bihête recimkirin jî. Li nik komine xiristiyan yên ku negihîştine radeya bixwebawerbûnê jîê wisa ye. Lê li gellek welatên ewropayî, li şûnên wek DYE, Australya û Keneda, mirov dikare her tiştê bixwaze di derbarê xiristiyanetiyê de binivîsîne, filimên li dij ramana xiristiyanî çêbike û pirtûkên rexnegir binivîsîne. Ev jî wê yekê diyar dike ku tirsa xirîstiyanan nema ji rexnegiriyê heye; yan jî ew gihîştine qonaxekê ye ku grîngiyê didin azadiya ramanê. Aliyên îslamî yên rexneyê qedexe dikin, li milê din, hîn ji xwe û ola xwe bi tirs in û di kûraniya hebûna xwe de hîn bi xwe ne bawer in. Ew her kêmbûna di xwe û welatê xwe de dixin stuyê aliyên dervayî û yên di wan de serhişk û rêhişk amade ne bi navê olê û “Xwedê” her tiştê li dij Xwedê bi xwe bikin.

Hestê xwekêmdîtinê dikare encamên pirr tehlûke bi xwe re wîne, bi taybetî heke rêxistin û “ronakbîrên” neteweyekê metodên şaş ji bo xweazadkirina ji wê, yan bi encama wê, têxin pratîkê. Ber çend salan min navdarekî Kurdan di filimeke vîdyo de dît, ew di bernameyeke dezgeheke televizyoniye kurdî de diaxift û gotineke bi vê xwebêjê dikir: “Zimanê tirkî zimanekî pîs e û ne wek zimanê kurdî rengîn û dewlemend e. Zimanê kurdî zimanekî xweristî ye. Ha binê çi xweşe merî bibê, xuşexuşa avê, vîzevîza bê û xişexişa…” Bêyî guman mebesta wî ew e ku Kurdên ketinî bin bandora zimanê tirkî “teşwîqe” zimanê kurdî bike, lê dîsan jî ez bi xwe metodên wisa ne ku tenê di cîh de nabînim, lê bi ziyan dihesibînim. Heke em jî metodên xar û nedurist mîna hinek tirkên faşîst, yan nementiqî, û mîna endamine dewletên serdest bi kar bihînin em ê ji wan ne baştir bin.

Heke deh kesên me yên wek Xaniyê mezin hebûna hewcedarî bi wê yekê nedibû ku em wî bikin “mezintirîn feylesofê dema xwe, nivîskarekî pirrjêhatî û niştimanperwerê tenê yê dewrana xwe…” û heke di dema bi rehmetî Celadetê nerxbilind de sed kesên me yên wek wî rewşebîr û jêhatî hebûna heye ku rewşa wêjeya bi kurmancî hatî û dihêt nivîsandin îroj yeke din bûya. Ji ber ku me yên wek wan hindik in, em neçar in xwe bi wan mezin bikin! Ji lewre gellek ji me nikarin bipejirînin ku kesên wek wan, yan berhemên wan, dikarin xwedan kêmasî bin jî. Divêt em tê bigihên ku diyarkirina kêmasiyeke di derbarê Xanî, Celadet yan kesekî din de wê xwebêjê nade ku ew nema kesayetiyên şûnbilind û hêja ne. Heke em bi mezinbûna wan bawer in divêt em ji rexnegiriya li wan netirsin. Bala xwe bidin serokên gellek welatên Rojhelata Navîn, Afrîkayê û welatine din li cîhanê, her weha serokên hin rêxistinan, hineke kurdî jî di nav de. Ew hema-hema wek kesayetiyên pîroz dihên binavkirin, heye ku ji pêxemberan pêxembertir, ji feylesofan feylesoftir û ji qehremanan qehremantir jî. Va jî ji wê yekê dihêt ku serokekî bi wan şanan dihête binavkirin yan bi darê zorê hatiye ser karbidestiyê, yan li nik wî şanên mezin di rastiyê de nînin, yan jî di nav gelê wî de zanyar û şareza weqa kêm in ku wan hewcedarî bi “superserokekî” heye ku hem rêber, hem pêxember, hem feylesof û hem jî qumandarekî qehreman bêt!

Bêyî guman helbestvanên wek Cegerxwîn bi berhemên xwe yên giranbiha tiştekî li gor dem û dewrana xwe di cîh de kirine û xebata wan layiqe pesindariyê ye, lê va yeka wê xwebêjê nade ku rexnegirtina li wan û berhemên wan ta Kurd hene qedexe ye. Me nema hewcedarî bi xwemezinkirinê heye, ne jî me hewcedarî bi wê yekê heye ku em illeh dîrokeke kevnar ji xwe re peyda bikin, heta heke ne li ser hîmên durist be jî. Heke Kurdan dîrokeke kevnar heye ew karê dîroknasên akadêmî ye. Bila Kurdên di derbarê dîrokê de xwedan pisporî wî karî û lêkolîna di derbarê wî de bikin yê xwe û îspatên akadêmî diyar bikin, ne ku va kara bibe yê her Heso û Misoyî. Hebûna gelê kurd nema dikare bihête înkarkirin û hestê neteweyî li nik Kurdan zindî ye. Dem û dewran her dihêt guhertin û helewsteke di qonaxeke demî de di cîh de heye ku di qonaxeke din de nema wisa bêt. Bi guhertina demê re heye ku hejmareke ji prensîp û ramanan jî bihên guhertin û heye ku tiştine duhinî di cîh de bûn îroj nema di cîh de bin. Wek nimûne, berê endamên hin neteyan wek mêrxas, wêrek, şervan, mêvanhej, pêbawer… dihatin nêşandan. Nimûne: Dihat gotin ku Alman karhejh in, Ereb mêvanhej in, Kurd wêrek û dilsoz in, japonî netirs in… Îroj mirov nikare êdî bibêje ku endamên van neteweyan hemî xwediyên van şanan in. Kurd nema endamên filan yan bîvan eşîrê ne û di nav çiyan de dimînin û ji lewre gotina ku “Kurd hemî wêrek û dilsoz in,” wek nimûne, nema êdî di cîh de ye, ne jî cîhana qonaxa îroyîn wêrekiyê wek şaneke serbilindiyê dizane. Di sedsala borîn de, bi kêmasî di pirraniya salên wê de, heke hêrîşgerekî xwekuj xwe di taxeke bajarekî neyarên xwe de biteqanda ew wek boke, têkoşer û nemir dihat hesibandin, lê îroj ew wek terorîst, nemirov û bêhiş dihêt hesibandin, heta heke ew di çavên yên xwe de wek “qehreman” bihête dîtin jî. Li milê din, van salên dawîn îspat kirin ku “wêrekî” û “qehremanî” ne xusetên endamên tenê vê yan wê neteweyê ne. Bi encama propagandayê, mêjîşuştinê, fêrkirinê, dîtina stemkariyê, bêhêzbûnê, wendakirina hêviyê û rewşine taybet mirovê herî tirsonek, heta keçeke zarok jî, dikare di kiryareke “qehremanî” de beşdar bibe, ji çi neteweyê dibe bila bibe. Ji lewre, Kurdan hewcedarî bi wê yekê jî nema heye ku xwe wek “qehreman” hest bikin, ne jî di cîh de ye ku ew xwe kêm û biçûk bibînin. Neteweya kurd xwe gîhandiye sedsala 21emîn û nuha hewcedariya wê bi şanên nû heye. Heke gelê Kurd bikaribe zimanê xwe biparêze, li ser erdê xwe bimîne, xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bike, û heke di nav vî gelî de rêber û nimûneyên zanyar û jêhatî û dezgehên li gor qonaxa hemdem û cîhana pêşkeftî xwedan şan hebin, ew ê her ku biçe bihêztir û jêhatîdir bibe. Qehremaniya wî nuha bi xwendin û zanistiyê ve girêdayî ye. Bêguman va gotina wê xwebêjê nade ku bila alî û dezgehên Kurdan yên leşgerî dest ji pirsên xwe bi berxwedan û têkoşînê ve girê didin berdin. Ew tiştekî din e.

Da ku Kurd bikaribin dest bi gavên nû û bi kelk bikin divêt ew ne tenê behsa aliyên xwe yên erênî bikin, behsa her tiştê qenc di mêrxas û boke û serokên xwe de bikin, lê her weha, heye ku tew bêtir, yên nerênî. Heke em aliyên neqenc di xwe û yên xwe de veşêrin, yan raberkirina wan qedexe bikin, em ê wek teyrekî australî serê xwe, ji bo nedîtina rastiya li pêş, di qûmê de veşêrin. Li milê din, em ê nikaribin xwe baştir bikin û ber bi pêş bibin. Mixabin hin aliyên siyasî, dewletî, nêçirvanên fersendan, yan kesên tênegihîşt ê pêwîstiya bi azadiya rexnegiriyê ji xwe re bikin qulp û wê ji bo amancên xwe, ku pêkan e li elayê berjewendiya giştî ya neteweya kurdî bêt, yan ji bo hin kesên bêtawan bi ziyan bêt, bi kar bihînin. Lê heke di nav Kurdan de nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîrên zîrek, dilsoz û jêhatî hebin, ew ê bikaribin bersîvên wan bidin, amancên wan, her weha neduristiya gotinên wan, li pêş çavên civata navxoyî û navneteweyî rût bikin. Çi berdêlên din nînin ji bilî hêrîşbirina ser rexnegirên ku helwesta wan ne li gor keyfa me ye, yan girtina wan, yan kujtina wan. Kiryarên wisa jî ne tenê me dikin şûna karbidestên stemkar, lê nema di cîhaneke şaristaniye li gor dem û dewrana îroj de dihên pejirandin.

Nivîskar û ronakbîrên kurd, her weha rojname û kovarên wan, hema-hema bi tevahî xwe bi siyasetê ve mijûl dikin, ew jî siyaseta li gor wan û ya di nav qalibekî bi sînor de. Di van salên dawîn de ew xwe piçekî bi wêjeya kurdî ve jî mijûl dikine. Lê hema-hema her tiştê din ku xwe bi jiyanê û pirsên civatî, zanyarî û tenduristî ve peywendîgir dike ta radeyeke bilind dûre pênûs û rûpelên Kurdan dimînin, hele tew pirs û pirsgirêkên şexsî li aliyekî bihêle. Li milê din, bêtir ji % 90ê Kurdan (Mebest Kurdên bakur û yên binê xetê ye) hîn nedizanin bi zimanê xwe bixwênin. Gelo rêxistin, rojname, kovar, nivîskar û ronakbîrên Kurdan ji bo çareserkirina vê kêşeyê û yên civakî, ji pakbûnê bigir ta pirsa zewacê, çi dikine; û heger tiştek kirine, gelo ew ta çi radeyê bi ser keftine?! Mebest li vir ne serkeftina di nav çend sed yan çend hezar ciwanan de ye, lê serkeftina di nav bi dehan milyon kes de ye. Divêt bihête pirsîn, gelo di nav Kurdan de pispor û pêzan û taqeteke li gor hewcedariyê hene ku nexweşî û pirsgirêkên di nav civatê de çareser bikin? Heke hene, çima nakin, yan çawa xebateke wisa dikare bihête organîzekirin? Heke tunene, çi pêwîst e bihête kirin? Rêxistineke kurdiye nûjen divêt xwe têkliye pirsên wisa bikêt, ne ku her bi şêweya kurdî û rojhelatnavîniye klasîk “karê siyasî” bike. Heke di nav rêxistin û komên kurdî de guhertineke li gor pêwîstiyê û hewcedariyê cîh negire xwebêj ew e ku va neteweya hîn ji bo avêtina gavên mezin ne amade ye, eger çi dibin jî.

Kurd her kêmasiya di nav xwe û welatê xwe de dixin stuyê karbidestên stemkar. Rast e, bindestbûna Kurdistanê û stemkariya li Kurdan bûyî û dibe xwedan bandorên nerêniye bêhûde ne, lê va yeka realîteyeke û Kurd di nav de dijîne. Gelo ma hêvî hebe ku Kurdistan sibe, yan dusibe, bi tevahî rizgar bibe; û heke tew rizgar bû, ma gelo rast hemî kêmasiyên di nav Kurdan de dê bihên çareserkirin?! Ma gelo Kurd rast ji gelên Rojhelata Navîn yên din, ewên ku bi dehan sal in welatên wan rizgar in lê hîn jî di nav kêşeyan de vedigevizine, ew qas jîrtir û zanatir in?! Heke Kurd bixwazibin wek gelekî serkeftî di cîhana mezin de ber bi pêş biçin divêt ew êdî bi şêweyeke li gor dem û dewranê û li gor pîvana neteweyên pêşkeftî, dest bi gav û tevdêran bikin, lê da ku hêviya serkeftina wan gav û tevdêran hebêt raberkirina aliyên nedurist di me de û xweamadekirin bo guherandinê pêwîst in. Kurdan, yan em bibêjin Kurdên dixwazin rast ber bi pêş biçin, nema hewcedarî bi şoreşeke bi seroktiya “weliyekî,” “nemirekî,” “pêxemberekî” yan “qehremanekî hemdemî” hene ku di rastiyê de ne pêxember û ne qehreman û ne hemdem in; Kurdan hewcedarî bi şoreşekê hene ku bi encamê bi kêmasî ji % 90ê wan bikaribin bixwênin; û dema ji % 90ê wan dikaribûn bixwênin hewcedarî dê bi şoreşeke din hebêt, şoreşa bidestxistina zanyariya mirovahî û teknolojî. Milletekî hejar û şerpeze dê her bigirî û lomeyan li bindestbûnê bike, lê milletekî jîr dikare di dema bindestbûnê de jî şoreşên wisa bi rê xe, û heke bi rêxistin û encam bi dest xistin, ew ê bikaribe di dema bindestbûna welatê xwe de jî ne tenê rewşbaş, lê her weha di pratîkê de azad û hêzdar bijî.

Gelo ji tevahiya gelê kurd çend kes bikaribin gotareke wek vê bi dest xin, bixwênin û wê wek yeke bi sûd yan bêsûd bi nav bikin? Bersîva pirsên wisa jî rastiya rewşa me ya ta radeyeke bilind kambax diyar dike. Gelo Kurd bikaribin vê rewşê bidin guhertin?! Qeder û paşeroja wan bi bersîva vê pirsê ve girêdayî dimîne.

(10/2002)

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1