Serokê PDK-Bakur Hemreş Reşo bi navê Meclîsa Partiyê, bi egera civîna yekgirtî ya Encûmenî Niştimanî Kurdistanê li paytexta Kurdistanê, li Hewlêrê, daxuyaniyekî derxist. Em li jêr pêşkêşî raya giştî dikin.
Birêz Hemreş Reşo û endamên Meclîsa Partiyê, bi vê egera pîroz, mizgîniyeke din jî dighînin tevgera welatparêz û dost û alîgirên PDK-Bakur ku organa partiyê piştî çend hevdîtin û şêwr û axaftinan gîhaye wê encamê û biryar dan ku divê pirsên hene di nav organên partiyê de bi rê û metodên rewa werin axaftin û çareserkirin. Bi vê biryarê ew dubendiya di nav partiyê da peyda bubû bi dawî anîn.
PDK-Bakur, wek partiyeke 37 salinî xwedî tecrûbeyên dewlemend e. Pirs û astengiyên navxweyî çi derece dijwar dibin bila bibin, xeyidîn û veqetinên dilêş ku di nav gellekî partî û rêxistinan da û her wisa û sed mixabin di nav partiya me da jî hatine dîtin, divê em nehêlin dubare bibin û pêşî li van bûyeran bigrin. Diyalog û şêwr û muneqeşeyekî bêrdar ji bo çareseriyê, riya herî qenc e.
Tevgera Kurd di qonaxeke girîng de derbas dibe. Û ev proses erkên dîrokî dide ber siyasetmedarên Kurd: Divê yekîtî, dostanî û hevkariya hêzên welatparêz bête xurt kirin.
Berê her tiştî jî, divê her partî û rêxistineke Kurd, li ser xwe be, yekîtiya xwe xurt bike û bi erkên xwe bikare rabe.
Bêguman dê hemî organ û endam û alîgirên me, ji bo parastin û xurtkirina yekîtiya partiyê kar bikin. Armanceke herî girîng jî ew e ku kadro û endamên ku ji partiyê dûrketine, tevî partiya xwe bibin. Her wisa ji bo kar û xebat geştir bibe û partî organên xwe, program û destûrnameya xwe li goreyî hoy û mercên teze nu bike, dê hewl bide di demekê nêzîk da kongreya xwe li dar bixe.
*** *** ***
BI CIVÎNA YEKGIRTÎ YA ENCÛMENÎ NIŞTIMANÎ KURDISTANÊ,
GELÊ KURD GAVEKE DÎTIR NÊZÎKÎ ARMANCA XWE NETEWEYÎ BÛ!
Roja 8’ê îlonê 2002 Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê birêz Mesud Barzanî û
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê birêz Celal Talabanî, Peymana
Aşitiyê imza kirin.
Ev, gaveke pîroz û serkevtî bû, ji bo xelkê me, ji bo parastin û pêşxistina
destkevtiyên dîrokî li vî perçeyî welatê me. Peymana Aşitiyê, niştîmanperwerên
Kurd û dostên gelê me dilxweş kir. Dijminên Kurdan jî ji vê peymanê gellekî aciz
bûn.
Li goreyî vê peymanê çar komisyon hatin danîn. Van komisyonan di nav van sê
hefteyên bihurî da karên hêja û giranbiha pêkanîn û ji pirsên sereke û girîng re
çareyan dîtin. Wekî roja 02.10.2002 birêz Mesud Barzanî û birêz Celal Talabanî
dane diyar kirin, karê komisyonan tewaw bûye û li goreyî Peymana Aşitiyê, îro jî
dê Encûmenî Niştimanî Kurdistanê li paytextê Kurdistanê, li Hewlêrê civîna xwe
ya yekgirtî li dar bixe.
Em bi van çalakiyan û bi van gavinên hatine avêtin serbilind in, dilxweş in. Em
dizanin ku bi vê peymanê û bi van karan pêşiya Dewleta Federe ya Kurdistanê
vedibe û destkevtiyên dîrokî dê baştir bêne parastin û gelê me bikaribe hin
derfetên ferehtir bi dest bixe.
Em bi vê minesebetê, Serokê PDKê hêja Mesud Barzanî, Sekreterê Giştî birêz Celal Talabanî û hemî berpirsiyar û birêvebirên her du partîyan pîroz dikin. Bila ev
Peyman û ev gavên dîrokî li gelê Kurd û li hemî xelkên Kurdistanê pîroz be!
PDK-Bakur, ji roja şerê navxweyî diltezîn derketiye û heta bi îro, bo parastin û
pêşxistina Dewleta Federe ya Kurdistanê her îşaretê pêwistiya lihevhatineke wekî
îroyîn kir. Ji bo serkevtinê rêyekî din jî tune. Wekî her du partîyan jî bi
helwestên xwe dane nîşandan, em dikarin tenê di nav aşitîyê de û bi hevkarî
Dewleta Federe biparêzin û li Kurdistanê demokratiyê bi pêş bixin û civateke
sivîl xurt bikin. Em bawer in ku di serî de ev her du partî û hemî hêzên
welatperwer, di vê rê de dê bikaribin mizgîniyên nû jî bighînin gelê Kurd.
Civîneke dîrokî ya Encûmenî Niştimanî Kurdistanê
Civîna îroyîn ya Encûmenî Niştimanî Kurdistanê, civîneke dîrokî ye. Wekî tê
zanîn berî deh salan rojeke wekî îro (04.10.1992) Encûmenî Niştimanî, Dewleta
Federe ya Kurdistanê li Iraqê îlan kir. Bi "Beyana Ragihandinî Yekîtî Federalî"
vê biryarê pêşkêşî gelê Kurd û gelên cihanê kir.
Îro parlemen û hêzên ku berî deh salan Dewleta Federe ya Kurdistanê îlan kirin,
li paytexta Kurdistanê, li Hewlêrê civîna yekgirtî çêdikin. Bi vê gavê pirseke
herî girîng di babetî temsîl û îradeyê de çareser dibe. Wekî yasayî jimare 1
"Yasayî Encûmenî Niştimanî Kurdistanî Iraq" de dinivîse, Parlemen li ser
çarenusîya gelê Kurd xwedî desthilatdariyê ye û bi civîna îroyîn xwediyê vî
desthilatdariyê bi erkê xwe radibe.
Parlemen (Encûmen) ji bo nasîna îradeya milletekî pirsekî sereke ye. Ji bo ku
milletek bikaribe bê naskirin û bibe xwedî dewlet, divê ew bikaribe li ser axa
xwe bi her şêweyî xwe bi xwe îdare bike. Ev jî bi hebûna îrade û îdareyeke rewa
mûmkîn e. Divê millet bi helbijartinekî demoqrat û azad nûnerên xwe helbijêre û
bi vê şêweyê îradeya xwe diyar bike. Helbijartin û parlemen ji bo rejimeke rewa
û îdareyeke demoqrat şertên bingehîn in.
Herêma naverast û bi taybetî Iraq di prosesekî girîng û zîz de derbas dibe. Di
demeke wisan de gelê Kurd divê bi yekdengî û bi îradeyekî xurt amadeyî van
bûyeran be.
Digel pirs û astengiyên van çend salên dawî gelê me yê başur û partiyên wan
karîbû bi serkevtî van gavên dawî bavêjin û dilê hêzên welatparêzên Kurd xweş
bikin. Civîna yekgirtî ya Encûmenî Niştimanî, mizgînî û xelatekî herî mezintir e
ji bo tevgera niştimanî a Kurdistanê.
Ji bo hemî partî û sazî û kesên welatparêz ên Kurd li hemî herêmên Kurdistanê û li derveyî welêt, erkeke girîng û dîrokî ye ku ev prosesa aşitî, demokratî û
dewletbûnê li başurê welatê me bête parastin.
Em bi rêzekî bilind civîna Encûmenî Niştimanî Kurdistanê ya yekgirtî silav dikin
Bijî Encûmenî Niştimanî Kurdistanê!
Bijî Dewleta Federe ya Kurdistanê li Iraqê!