MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 34, sarmawez 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

Şahînê B. Soreklî: Kurdan şoreşeke nû divêt
Beşîr Botanî: Rewşenbîriya kurdî ber bi çi ve ye?
Hemreş Reşo: Civîna hevpar a Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê
Dilbirîn: "Min ew çetetiyê xilas kirin"
Evdile Koçer: Dehap dê çawa bendê veke?
John Milton: Bêhiş û dîn e ew gel
Dengê Bakur: Bo raya giştî
Ulla Hoffmann: Şer hat, serdankên gazê...
Şahînê B. Soreklî: Nemirovan mirov kujtin
Piştgirî ji A. M. Firat re


DEHAP, wê çawa benda hilbijartinê veke?!...

Evdile Koçer: [email protected]

Em vê bend û mendê, ji grêdana ceyrana qaçax be jî baş nas dikin.

Ji bo ku heqê ceyranê ji %10’î zêdetir neyê, ma em di mala xwe de kîjan BENDê grê didin, ma em hê jî çi dikin û çi nakin baş bînin bîra xwe?

Ji %10’î wereqeyek zêdetir kî heqê ceyranê bide, ma em hê jî ji wan re nabêjin: “Heval hûn ne ‘welatparêz’ in?”

Henek û genekên li ser “Bend-Baraj-a Atatûrk, Keban û Karakaya”, heta doh jî ji espîriyên “Benda Hilbijartinê” zêdetir bûn.

Lê van rojên dawî hin bûyer û qewimînên li ser hilbijartinê kir ku espîriyên li ser Benda Hilbijartinê bigihîjin qata heftan.

Mesela, kesê ku yekî AKP’yî qane bike, wê ceyrana her duyan jî ya qaçax belaş bê grêdan û heta çar salan jî wê ‘EMPÛL’ên wan bê fînansekirin.

DEHAP’îyê ku reyê wî tuneye, mecbûr e ku yekî ODP û TKP’yî îkna bike; nexwe wê ji ‘welatparêzî’yê heta çar salan bê avêtin. Û hwd...

Ez jî wekî her ‘welatparêz’ê ku di ber grêdana ceyrana qaçax de brîndar û gazî bûye de, bawer dikim ku wê DEHAP benda hilbijartinê veke.

Lê dîsa jî divê meriv bi ‘ceyrançî û qabloçî’yê xwe ve hişyar be û hay ji das û bivirên ‘Derîn Dewlet’ê yên bo kesixandina reyan hebe.

Divê em çavên xwe wekî yê Kanadoglu baş vekin, da ku reyên me dîsa nekevin ber devê gur û wawîkan û tevlî çemê Dîcle û Botanê nebin.

Divê em wan sandoqên hilbijartinê wekî ‘çek û rext’ên xwe biparêzin, da ku êdî mifte û qertên Çîllera Zer neyên bîra me.

Divê em heval û dostên xwe yî tirk, ereb û çerkez bi parêv û fisteqên Sêrtê be jî qane bikin, da ku daxwazên biratî û wekheviyê nekevin ber tîr û mertalên Baykal û CHP’yê.

Divê em ji bo xatirê sosyolojiya dinyayê be jî dev ji hin ‘meselok û fantaziyê êdîjiminrelojîk’ berdin û bi ‘deyn’ê xwe be jî vê carê ‘silav’ekê bidin DEHAP’ê...

_____________________

* Ev nivîs ji gelek kes, kovar û rojnameyan re hatiye şandin.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1