Di dema Enfalê de Seddam Huseyn 180 000 kurd kuştin û 5 000 jî bi çekên kîmyawî li Helepçeyê mirin. Gelê Kurdistana Iraqê derfet û delîv nebûn ku xwe biparêzin û wêneyên televizyonan vê yhê bi xurtî tînin bîra me.
Sala 1991ê, Neteweyên Hevgirtî (NH) ambargo danî ser rejîma Iraqê li ya Bexdayê. Bernameya Petrol-hemberî-Xwarinê beşek ji van ambargoyan e. Kurdistana Iraqê 13% ji van dahatiyan werdigire û ev dirav di bin rêveberiya NH de ye. Alîkariya bo Kurdistana Iraqê divê pêşî ji alî Bexdayê ve bê pesendkirin ku tê wê wateyê ku xwarin di Bexdayê re tê belavkirin.
Serok Bush niha serdestî ji Kongresê wergirtiye ku dikare bê piştevaniya NH jî dest bi tevgerek leşkerî bike dijî Iraqê. Bi gotinek din, Bush niha azad e ku dest bi şerelê bike. Sedam hêz û çekên xwe li ser sinorê navçeya otonom a Kurdistana Iraqê bi cî kirine. Dema NATOyê êrişî Sirbistanê kir, Miloşevîç berê xwe da Kosovoyê. Rîskek diyar heye ku Sedam dê berê çekên xwe bide navçeya otonom. Gelê Kurdistanê serdankên gazê nîn in û kêmasiyek mezin di warê dermanan de li holê ye. Madem ku hemî xwarin li Bexdayê tê embarkirin, êrişek li ser Iraqê tê wê wateyê ku gelê navçeya otonom a Kurdistana Iraqê dê bê pakêtên wê xwarinê bimîne ya ku niha alîkarî nêzî 60% gelê wir dike.
Pirsa min bo Wezîra Hukumetê Anna Lindh ev:
Wezîr dê çi pêngavan biavêje daku ji gelê Kurdistana Iraqê re serdankên gazê, derman û xwarin berdest be heke Sedam êrişî navçeya otonom bike?