Cok û Kanî tev çima miçiqîn
Kulîlkên Amûd çima qurmiçîn..?
Gelo hebû kes jiwan bikîn
Şehrezad pirsek di baxêmid mat..?
Kî rêberête kê te gerand
Suxtên Amûde kê lite civand..?
Destê qerêj kê biser wede şand
Şehrezad te ez kirim goşumat
Bimir çêkir girêcanek mezin
Ji te ez dikim gilî û gazin
Yan bêje kî rêberê te yî mezin
Şehrezad terşêtebû deselat..?
Ne Filmê te bû komir û şewat
Pencsed û pencî kur lixwe civat
Bo çi tu nebûyî serwan dilşewat
Şehrezad sipartbû kê ew civat..?
Sînema tubû an tubû dojeh
Çawa tengiya te wesa bû fereh..?
Hemû suxte hembêz kirin bê guneh
Şehrezad te xwe kiribû şemşat
Agir jikû wa girte hawêrdor
Ew agir û pêt çawa bû hilor..?
Çawa xwe pêça rengê Marê kor
Şehrezad bêje agir ji kû hat..?
Ser û dest û pê laş û cil û ban
Qêrîn û feryad haware dûman
Ji suxtan hatder wazwaz û fixan
Şehrezad tu mirî, ma çi bi te hat..?
Ar hilor û germ şewat û bi tîn
Bîna pîşo û laşan difûrîn
Suxtên bê guneh tev peritîn
Şehrezad doz ticar nabî felat
Ma hebû yek kes lidorte gawir
Berda hinav û canê te agir
Divêt bişewitî nemînî livir
Şehrezad çir, kê te kir malmîrat..?
Kî hat di qîr û hawara suxtan
Ji bil gelê Amûd Bav û Apan
Xuşk û Bira û Dê liwe civiyan
Şehrezad ji wê rojê tu hilat
Dused û pencî arî û komir
Û yê reviya ji tirsa ku mir
Yên dî dax û şeht û dîn û bêcir
Şehrezad binêr çi biserêwan hat
Jîwarek jander em têda dijîn
Amûd seranser hawar û nalîn
Qêrîn û feryad axîn porkişîn
Şehrezad suxte ji kêr bûn xelat..?!
Ev bû mafê me ji bo alîkar
Candayên Cezayir fekin li şar
Amûd seranser bo we pêt û ar
Şehrezad te suxtêd me kirin pat
Sînema tuye uşt û gunehkar
Lê bi destê kê tu bû pêt û ar..?
Li suxteyan te kir qîr û hawar
Şehrezad tuj´ Amûdre bobelat
Kesên zordar û sitemkar bê xem
Gotin narvîn e ev hate ji dem
Nabêjin diha û raz maye gem
Şehrezad bo çî bû ev serpêhat..?
Ji bîr nabe şewatgeha mezin
şîrmakêd pêçek wê bibin mezin
Wê jite bikin gilî û gazin
Şehrezad tu mirî şar nabî berbat..!
Va bi milyonan hatin şûnawan
Tev rêber û jîr zan û xwendevan
Bi milyonan Qîz bûn Dê û sermiyan
Şehrezad da zanibî Deselat
Bixwe Ferensa welê nekiribû
Kirasê dostî lixwe nekiribû
Karê wesa ticar wê nekiribû
Şehrezad Ereb bûn xwedî Welat..!!!
Ev zendîlokêd pîs di cîhanê da
Divên bişewitin di Amûdê da
Ne bi destê kesî bi destê kurda
Şehrezad ji dest me nabin felat