Li hewayek nermîn min cil ji xwe kirin
daku xwe di ava kaniyekê de bişom.
Şeva bêpêjn dilê min bijand
daku xemên xwe bipistînim guhê kaniyê.
Av hên bû û pêlên teyisok
li dor min dilivîn û bi xemgînî dinalîn,
mîna ku bi destên nerm, ên durrî
giyan û bedena min bi bal xwe ve bikişînin.
Ba ji dûr hat û bi lezgînî
kevînkek gulan ji pirça min çêkir,
bîna tûj û şirîn a naneyên beyar
bi ba re ket poz û difina min.
Bi çavên miçandî, bêdeng û bêxem
min bedena xwe berda ser gul û giyayan,
mîna jinek li ser zend û destên evîndarê xwe
bi temamî ketim hemêza kaniyê.
Lêvên lerizok li ser ranên min
maç dikirim; nearam, tî û germ bûn.
Kêfxweş û sermest bûn
bedena min û canê gunehkar ê kaniyê.