Şofêr dengê radyo bilind dike
Xwendevan rêzên ji quranê dilorîne
Ji firoşgehên vî beşê bajêr jî
peyvên ji pirtûka pîroz dibarine
Meydaneke fireh bi xelkê mişt e
Firoşkar tizbî di dest de
Navê ALLAH û peyvên pê ve
di nav bayî de deng didine
Li çar aliyan minareyan seri hildane
Ji nişkan ve bi hev re dikevin qerezan:
ALLAHÛ EKBER ELLAHÛ EKBER...
Bi sedan beri didine mizgeftan
Ji asîmanî behuştê hêvî dikine
Li vî bajarî navê Xwedê li her derê ye
ketiye nav bayê gemarî
wek çirayeke di nav goleke gennî de
çiqa vêdikeve av zelal nabe
Di nav peyv û navên Afirmend de
derew bi tonan belav dibine
Bi navê Allahê bûyî beşekî ji taxê
hezar fen û fût dihên ristine
Bi rîsê ji peyvên pîroz hatî ristin
ji şerpezeyan re dehfan vedidine
Rojek dihêt û rojek diçêt
li vî bajarî wêne wek xwe dimîne
Tenê li şûna hêştirê duhinî
îroj trimbêl baran dikişîne
Dîsa jî ji vî bajarî hej dikim
Xwedêyo bi kerema xwe bibexşîne.