Oxir be!
Ser heqîya xaloja Hewoş
Tu keça serê çîyan.
Tu keça bêrtîyan.
Xwedê dizane,
Ser kîjan çîyayî
Bin kîjan konê rej da hatî dunê.
Kêf û zewqa te
Gîrîn û nalînê te
Xemilandin jîyana te ya koçerîyê.
Te jî zarok mîna dîya xwe
Serê çîyan hanî dunê.
Wext derbaz bû
Zarok mezin, tu kokim bûyî.
Roj hat qedexekirina zaliman,
Jîyana serê çîyan jî me herimand.
Tu koçera navbera şerefdîn û Berî yê,
Bûyî pîreka deşta Oxî yê.
Ez xortê deşta Oxî yê,
Bûm koçerê welatê Ewrûpa yê.
Sal derbaz bûn
Dîsan jî em kedî nebûn.
Hesreta te ya belekîyê çîyayê şerefdînê
Bi germa tava deşta Oxî yê jî nehat helandinê.
Dema te digot “xazî li wê çaxê”,
Nizam kî fam dikir hesreta te ya wê demê?
* * *
Pişt heft salê gir û gerî,
Heft rojan pêşt da
Wexta min bi telefonê silav te kir,
Dengê te yê bi girî,
Ar êxist dilê min.
Wexta min şeva çûyinê bihist ku,
Te vî welatî bar kirîye,
Çûyina te bû çavkanîya vê helbesta min.
Xwedê rehma Xwe te bike!
Te ra oxir be!
Hîna dora me nehatîye,
Em jî li vir wexta xwe dipên.
05.07.2002, Stuttgart.