Nepirse ji min
Xemgîniyêndilê min
Û reşa min îro girêdayî
Min wêneyek çêkir
Ji xemgîniyên dildêranbûna xwe
Ji xeyalên xwe î reş û spî
Min awazek hûna ji lorîna dayîkên
ji zarokên xwe î bêbav re dilorandin
Min xwe veşart,
Di xweşikayiya gamzeyên te de
Û ez bûm dîlê wan keziyên te î sor
Hêviyên min birîndar dibin
Di tîrêjên çavên te de
Û serxweş dibim
Dibim keramperek di ber bayê evîna te de
Weke keştiyekê li ser pêlên deryaya dilê te
Hertim di navbera mirin û jiyanê de
Di berxwedanek encamnediyar de me
Ditirsim!
Di kurahiya dilê te de wenda bibim
Mina xewneke şevan
Di navbera rastî û nerastiyê de
Hertim dipengizim û diçim