Hû milleto,
Gaziyeka dî
Zengzengeka dî
Bo danana hukmet û
Perlemanek nû
Tête min
Serbûr carekê
Aqilê û zanînê
Nehêlin bibît du car
Hûn dizanin
Bi %50 - %50 me çi nekir
Bi mil milanê û şerî
Me heyif û tol venekir
Bi hilbijartina,
Îcaxî û xêlî û dostinyê
Çi pêşkeftin û rebaz me çê nekir
Bi du perlemana kesê dilê xwe
Li me venekir.
Li zenga bêt
Li gaziya perlemanê bêt
Gotina serokî ji bîr nekin,
Serbûra çûyî dubare li
Me xwezî ye dubare nekin
Guh nedê
Hilbijêr ji kû ye
Ji kîj binemalê û
Ji binyat û esil ka kî ye
Guh nedê
Bîr û hizir ji çi laye
Zenga bêt, heleka dî ye
Xelk didey me û
Em didenin xwe
Perlemanê bêt
Divêt em jêra serbaz bin
Dilovan û Qehreman bin
Jê ra jîr û xwandevan bin
Nabît, careka dî
Devê tivinga biraniyê
Germ û sar bît
Nabît reng
Bi ser ala rengîn ve
Bi ser kevît û zal bît
Nabît xewna zelal û rûna
Zarokê şehîdan
şêlî û xembar bît
Zenga bêt, heleka dî ye
çirayê Çarçira
Rûn diketin
Xifila girtiyan
Sist diketin
Temedî û rêtariya 35 milyonan
Tîrojkên suba nêzîk diketin
Hela bêt, zenga bêt
Heleke bo xwe pesend
Kirina serokan e
Bo bispor û mîran e
Bo hejar û feqîran e
Hel hela me hemiyan e
Xelikno,
Li hela bêt, li zenga bêt
Berjewendiyêt taybet
Bi tenê neparêzin
Bi girtina piçeke
Gelek diçît
Gelekê biparezin
Piçek bi xwe hatiye
Gaziya bêt
Emanet e
Emanetê şikeft û nihal û çiyan e
Emanetê şivan û pale û jaran e
Lewan min hîvî ye,
Li dengdana bêt rastgo be û
Nexşê paşerojê baş bizane.