Guhertin I
Roja zayîna min bû
Di ber neynikê re derbas bûm
Min dît....
Ew bi xwe bû!!
ewê berî salekê...
mûmên xwe vemiriandin... û
di ber neynikê re derbas bû....
Guhertin II
Berî salekê jî, gundê me li vir bû
Berî salekê jî, ez di vê kolanê re derbas bûm....
bêhna heriya zuha ji dîwarên malan dirijiya...
Berî salekê jî, çavên min li vê pisîka reş ketin.....,
ev zarok heft salî
bû...!!
Berî salekê jî, mala me li vir bû, deriyên me vekirî bûn,
bavê min nimêja nîvro dikir, kirasê dayika min kesk bû,
keçek hate kuştin, xortek çû çiyê...!!
Weke îro tê bîra min..
Berî salekê jî, ev kal dimir, gora wî li sê deveran dikolan....
li hersê deveran şûna gora miriyekî derdiket...!!
Berî salekê jî, min ev çîrok dinivîsî..
Berî salekê jî, navê vê çîrokê (Guhertin) bû...!!
Berî salekê jî....
Guhertin III
Hedrdû birayên ku sala par hevdû kuştin,
Îro li bazarê pêrgî hev bûn..
Pir bêriya hev kiribûn...
şahiya wan ji welatekî mezintir bû
Berî xatir ji hev bixwazin,
ji şabûnê,
hevdû kuştin û çûn..!!