Şevên bêdeng hene ku xewn
xweveşartinokê dilîzin
û heyv hêdîka hiltê
daku li bûyerên rojê binere.
Were, keça mêrgan,
em biçin nav rezan,
wargehê evîndaran
da em bişkînin
tîniya hêvî û daxwazên xwe.
bi meya şirîn a evînê
Guh bidê, bilbil strana xwe
raberî gelî û newalan dike
ku di bêhna naneya hêşîn
a çiyayan de xwe balav dikin.
Netirse, evîndara min,
stêr nehîniyên me venabêjin
û mija nerm a şevîn hemêzkirina me dinixême.
Netirse -
bûka ciwan a cinan
li şkefta xwe ya efsûnkirî raketî ye,
ji evînê sermest bûye
û ji awirên horiyan parastî ye.
Û heke hema şahê cinan jî
di ber re bibore,
evîn dê wî bizivirîne
çimkî wî jî çîroka evîna xwe heye
û ma ew dê çima kula dilê xwe diyar bike.