MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 34, sarmawez 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Koçer Bêrtî: Dildilî
Diljîn Kovixî: Evîneke bêbersiv
Ezîz Xecê: Dereng e...
Azer Osî: Evîn
Abdurahman Afîf: Dilê gulistanan
Kemal Necim: Guhertin
Şêrko Hopo: Şehrezad
Aram Dihokî: Gaziyek dî
Hesen Polat: Oxir be!
Şahînê B. Soreklî: Xwedê bibexşîne
Xelîl Cibran: Stranek şevîn
Forûx Faroxzad: Li ser kaniyê


Dereng e...

Ezîz Xecê: [email protected]

zû were,

jîna min,

avaniya li ser

hêviyê avayî me..!

were pişkojeke nazik

li serê şaxê jiyê veke..!

were bê giranî,

li ser kolînê ezê te hildim... 

Eyazê min

hetavê li Sereba can

ji xemla xwe bide...!!

mistek ji rewanê min tu dayî ;

ji  kezebê  bersivê  bistîne… !!

were  li  benda  te  ,

koç  û  karwanê

xweziyan  rawestiyan …!!

Hinek  ji  aramê  ,

hinek  ji  bilindiya  damê  ;

bûne  peyv  ,

ji  sebr  û  samanê  weşiyan  …!!

Were

Mesîh  û  Mûsa  hatin  ,

çiya  xûzbûn  ,

sîngên  me  ji  bo  te

li  hev  hatin  …!!

Bendewariya  Mihdiyê  zeman

di  evînê  de  bûye  tov…

ser  çavê  min  xatirê  şahiyê

gulên  kesk  û  sor

di  buhara  pêjna  te  de  ,

xemilandin… !!

were  kedera  min  ,

Hinetîtka  dilê  tehtika  min..

li  zinarê  civînê  kewo  bixwîne  ,

çepikên  me  ji  te  re

sorgul  û  sosin

vejandin...!!

3/4/2001

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1