Bi rêkên têr-herrî ve
li dor serê xwe digerrim,
li nav barana payizê dimeşim,
pelên daran yên beyî û daweriyayî
yên bi huçkên min ve zeliqî
ji rondikan şil dibin.
Pirek teng ya bêalbend
li vê rêka çolistanê:
Neçar im lê derbas bibim.
Ev e evîn, bêpar ji xweşiyan.
Şeva bêdestpêk, bêdawî,
kûr dibe,
ta taliyê
derî li navbera me tê girtin.