Digirîm û dilê min
Wê şevê ez û te
Di xewnê de Digirîm
Çavên bê rûndik
Çavên ziwa
Li ser bedena te
Li ser pêsîra te
Têne xwar
Kul û derdên demê
Dijwarin
Dema bê bext
Rêça min û te
Gilî û gazin ji her der
Ramanên dûre dûr
Kevza çemên ne kûr
Digirîm li ser
Melûlya çavên te
Dêmin ji hêstran
Ku xema dikşînin
Sare dojeha bê evîn
Bihuşta bê dilvîn
dengê giriyê min
Li hev di vegere
Li odeya bê derî
Newala bê dar
Çiyayên bê zar
Digirîm ji ber
Civîna çavên xemgîn
Tariya riya dûrbûnê
Bê jimar dibhure temen
Tû nabihîze dengê dil
Tû nabihîze qêrîna şil
Qêrîna bê saman
Qêrîna dildarê evînê
Hêvî ji hêviyê cudaye
Evîn ji xezema daxdaye
Digirîm her şev û roj
Di nîvê şevan de
Û di nav bera rojê de
Têne min awirên te
Çavên reşî ar
Dikim qîr dibim bê zar
Digirîm û digirîm