Gulçîna Min
Gulekî teze gûpîk daye,
Bilbil dîsa te hildaye,
Ev bilbila nava gula ye,
Dinalîne mekamên gûlînê ye.
Ay gulçîna min gul çinî,
Min gul çinîye dil birînî,
Gûla geşê nav gûlînî,
Bilbil mekamî gulê dilanî,
Xewna şevî min te dî ye,
Min hezkiriye dil şewitî ye,
Dil hezkirî pirr kebirî ye,
Wekî mecnûna erebî ye.
Xewna şevî min te dî bû,
Wek gûlşenî nav gûlî bû,
Ez qurbanî çika rind bû,
Hîva delal yek şevîn bû,
Ev Mistefayî dil birin e,
Dil kebirîye ew dinivîse,
Dil dikale vê nale nal e,
Gul zer bûye birindar e.
Hezar ave dilanê bilbil,
Ev kanî gûlê dil birîn,
Newroz hat gûl zeman e,
Hem di kalim hem dizarim im,
Dilê min dixwaze vê ya hûnbere,
Gûla me kesk û sor û zer e.
Evîn
Bi xwestinî ew pêşkêşî kir.
Dilxwazên hindûrê min jî,
Disa coş bûye disa coş bûye,
Ev pêşkêşîya xwestinî,
Me jî anî girinî.
Kerwana min xwe bar kir.
Ji bo rêya daxwaz û hestîn,
Mem tenê ye ji bo Zîn,
Bilbil digri ji bo gûl,
Hebûn û hesta xwe pêşkêşî kir.
Min şewîtand ez şewîtim,
Ez digirîm ji bo te,
Zinar û çiya hemî barê min e.
Tişt nabe biguman hêsan e,
Nizanim çi dikim barke ez evîn im.
Helbestvan Mistefa Kewê Kî ye?
Helbestvan Mistefa Kewê di sala 1950ê de li bajarê Mûşê û li gundê Kopê Soktîlî hate dinê. Heta temenê bistûpênç saliya xwe li vê gundî ma. Li paşê ji bo vê çend sedeman de bêgavî/mecbûrî malbatên xwe ve ji Mûşê koçber bû û çûne li bajarê bûrsayê. Helbestvan Mistefa Kewê jiyana xwe li ev bajarê biyanîyan derbas dike. Helbestvan di ev jiyanê dijwar de jî helbestên xwe dest bernedaye. Hê jî dinivîse.