Ewê şehîd
Henasa wî
Dindikên axê jê dibarin û..,
Xûna wî.. kirasekê şîne liber asmanî
Hurîyên beheştê rêz bi rêz agrî di êxine gîyanî
Têhneka kujek û birsek dijwar
Rûbarên hingivî û meyê
Rezên tirî û cinîkên xurmeyê
Di çavên wî yên têr xew nebûy de bun aqar
Bêjine (bûyan) bila mêzên ava rûken
şûşeyên ava heyatê ji evînîya jînê pirken
Kenîze bi kevine semayê
Bêhna şehîdan -li beheştê- ya teng bûy û,
Bu demekê kurt û bi lez, dê vegerineve donîyayê
Sihirbendî her pênc tiblên xwe yên nerim
Werbadandin lidor koma pelên gerim
Pif kire enîya bayekê rojhelatî û
Birûsîya qêr kir stirana
Eger mirî ji goristanên tena rabin.. sihre
Eger hezên agr pêve.. ji malbiçûkê golanê bi zên
Liser rûbarê (sîn) kurk bibn.. sihre
Li cih baranê..
Evrên vala, rûyê asmanî mikîyac bikin.. sihre
Lich jîyanê..
Mirinên sor, geş çavên rojê kolac ken.. sihre
Sihr..
Volkaneke agrîye û li bin pên sihrbendan peqî
Tivengeke sîyarkirîye û bi xwedîyê xweve teqî
Berê sipêdê.. demê jinan qesta avê û balavê dikir
Sihrê mala xwe barkir û dinav dengî de berze bû
Ez dizanim ev çîroke dê tevav bît
Rûyê erdî dê ji rojên hişik hefaf bît
Gul dê barin
Lê..,
Bêhna şehîdan ya tenge di beheştê de
Bêjine (bûyan) bila mêzên ava danin
Dûkêleka kel û xerîb ji goristanê bilind dibît
Beref asmanî bilind dibît
Sitûna Alay jî bilind dibît
Hemî şehîd li bin alay marişa dewletê dixûnin û..,
Silav diken gulîyên buharê
Lê evrekê reş û tarî
Kurkê xwe di asûyê werand.
Ewê şehîd
(Di gorê xwe de mînakê zarokan liber bû
Zarokan jî li nav gulzar û baxçeyan
Wênê şervanan di nexşand..)
Sirûda aştîyê dikirand
Goristanê çavên xwe danane serêk
Nêrgizên genc bi dizîkîve..,
Dindikên axê danan berêk
Çend salên dî demê zarokên şehîdan
Mezin dibin
Dibin pêşmerge û şehîd dibin
Goristan.. dê pêşve rabin
Ala.. dê kevît semayê û,
Sema alay.. dê şehîdan zêndî ketin.
2001
Sema Dewletê
Sê çîrokin
Digel hîvîyê semayê diken, û
Bi tenêne..
Ez
Birîn
Dewlet
Wênê Te hêdîka dihizra min de birînan di şot
Ez nizanim.. Tu şebengî,
Yan jî birîneke hewdayî..
Êşanê li çokên min diçînî
Qet ji ketinê na tirsim
Zamên ketinê, di ketinê de dihelîyên û,
Di bine arîyaneke badayî
Çîya..
Dar û rûbar
Rastî û serbestî
Wek mirovan hest bi kêlbên êşanê diken
Birînên nûkirinê dixon û yên guhurînê dihelavên
Eve ezim
Dilê paytextî di sîngê min de lêddet
şev kûnekê koçerane û
Tev gilopên vemirîya yên liser cadda
Hindek ronahîya vexwarî..
Ez jî tîrojkeke germim
Dinav şaperên şeva sarda li xwe digerîyêm
Da te bibînim
Her birînek di asoyêde bi per dikevît û
Beref elindekê di firrît
Dê ji birînan bêlayeke mezin çêkem.. Ala liser
Dê ji xûnê sorava perîyek xin lêkem.. Feza liber
Dê ji dîroka pirt-pirt kirî hîzareke sipî vehûnim
Keme tara û dê stirana dewletê bêm..
Ey eman.. eman Ey eman.. eman
Dewleta kurdan
Ey ew heza di nehişîa min de dikey hawar
Ey ew zarokê di çavên min de di keye xar
Ey 'işqa min ya har
Ew bayê di sîngê min de hêj pîr ne buy
Hebûn û nebûn û hewiya min tuy..
Dewleta Kurdî.
Dewlet..
Peleke di destê min de û
Li ser şaperên sîmerxê dihête xewna min
Ez xewnên xwe xirve dikem û..,
Li nav baxçeyê mala xweya bi kirê diçînim
Çaverême buharek bêt
Demê Adar pirça dara şe diket û stiranên çûçikan dibêt
Xewnên min yên ji min xerîb
Êko êko.. dê şîn bin û,
Asman dê rondikên tezî kêt
Dewleteka xweser dê zêt.
Min û hebûna dewletê
Me 'işiqeka kevnar heye
Kevn kevn, hêşita mûya ne dada bû ber kepê min
Mamostayê cografîyê darek zirav dirêj kire..,
Ser xerîta bi dîwarîve û dewlet dewlet
Wek latên bûstanan pişk kir..
Min jê pirsî .. ka mala min..?
Çendîn kelexên mîrgehan
Atavên avz
Bûyerên diltezîn
Ji nav çavên wî dibezîn û hest di gezîn
Kevn kevn, demê hêşta îlun sava û barana gorgî
Tîrojkên tavê di şoştin
Xemên çiplaq bi azadî dadileqîyên cergê semayê
Tuvê heza dewlet bûnê di nav mejîyê zevîyên beyar
Ronahî da..
Lê..,
Ji nişikekêve.. evrên baranî tingijîn
Çîya .. bûne berf û cadde girîyan
Minare.. bune sêdare û çemîyan
Ez jî çemîyam.. mirin ya bê dilovanîye
Xwezî me jî dewlet heba..
Da xerîte di ciwantir bin
Da dîdeyên aşiqan û evîndaran şirîntir bin
Da welatên havîbunê, di vemrîyayî û dûrtir bin
Li demekî..
Ez sîngê daykeka şîrder bûm û
Enîya melayekê pir nivêj
Gundan bar kir
şehran bar kir
Min leşê xwe yê rût
Dana bin sîbereka hûna sermedî û..,
Min dît
Cangê min yê rêka ruhn diket
Wek firîzî rehên dîrokê xwe digrin
Li adaran şîn dibineve
Adar..
Ey heyva xem û xoşî û xewnên min yên helawîstî
Heyva kerbê û hişîyarbûnê û bîrdanka pir xoşewîstî
Heyva wêranê
Xendeya bûnê
Bûka xezanê û cevengê serheldanê
Zikê dîrokê liber devî .. jan yê di hênê
Çavên zîqên li ber dergehî û..,
Qêjîyên hozanê
Hemîyê li hîvîyê dewlet jê bi zêt
Dewleteka xweser dê zêt
Suxteyên ber xwendingehan
Karkerên cergê kargehan
Pêşmergeyên nav şergehan
Eza min ya berzebuy dinav şînwarên mîrgehan
Hemî pêkve.. yê stirana dewletê di bên
Ey eman.. eman Ey eman.. eman
Dewleta kurda
2001
Sema Işqê
Heku hatîm
Ev cîhane pan û berîne hîç ne bû
Her çi peyva ciwan heye, min ya înayî
Her çi şi'ra mişt ji işqê û
evînîyê û jiyanê heye
Min danaye
Heku hatîm
Keske evrên yaxîbûyî..,
Stiranên vegera xweş.. bu derîya yên xemgîn digotin
Cesteyên me..
Dinav stiranek şehwetîde melisîn û bişkuj jê bûn
Paporên gerrîde… işqa me ya nepen dît û..,
Xuha sûr
Peyv peyv ji enîya min ya kesik dabezî
Masika buharên xemlîn
Min helgirt û dinav işqêde wexer kir
Wexer.. edresên goristanan vê nakevît
Dê stiraneke sewdasera xemgîn bêjim
Ne..
Dê te keme stiran û..,
Mîna avê -xurt- ji bilindahîya sîlavan havêjim
Ciwanîyeke hovaneye.. keftina xurt
Divêt agirî berdeyne sarîya bajêrî û birsa çava
Divêt rûberek nû avakeyn bu pêngavan
Tev nêrgizên diqafikande xûl û xwar bûyn
Divêt zuhakeyn ji fend û fêlên xonavan
Da çavên te ji dîtinê -dîtina puxt- riswa nebin
Da boşayî tiştên yaxî ne da'îrît
Dê te keme heyranokeka işqê û..,
Li şevên payîzî dê velorînim
Ez di çavên tede yê bûyme cevengekê pîr û..
Çavên te.. hêmayê hemî nihênîyên hetavan
Livê êvarê -êvarîya mirinê û jîyanê-
Çi çîrokên kevin bu te navejînim
Dê ji rojên hêşta nehatî xeberdem
Fezayên hêşta ne dîtî dê ji zîndana xwe berdem
Stiranên hêşta negotî dê keme ristika beybûna û..,
Navê teyê ji nû dariştî dê li ser dem
Çavên te şaperên sipî kotrane û..,
Dêmê te asmane
Germê ji rojê dimêjîtin û sermayê di êxite leşê min
Berfa sipî dêwekê reşe
Gehên min yên kirîn reşmal
Vayrosên xwe -yên bahînkî- firake diket
Ezek bêy te..,
Dê çend rojan di berfê de jîm..
Her gîyayek nûgehayî.. di mijîlankên min de vejî
Dîtina te..
Hemî serborên revînok kirine rejî
Ez.. şeyda û xerîbê dîtinê
Xendiqîm.. dinav germa dîtinêda
Dîtnê..
Ji blî xewnên beheştokî, çi vê nîne
Xewn hemî.. nahêne dî
Paş dîtinê jî..
Bersiva devên beş, digewrîya min de dibîte jehir û
Gewrîya min kadîna peyva -peyvên ciwan–
Xebera dibêjine semayê û sema peyvan
Nalîna li rêka min di çînin
Ezê fêrbûyim
Kabanê digel nalîna dikem
Demê nalîn kabên min hemîyan ji min diben û,
kab dibin jiyan
Firrîneke çîvanokî bin kefşên min dixorînin û,
Elho.. ji çengên min di zelîyên
Li zivrînevê:
Nalîn ji çavên min di werîyên.. di bine stiran
Peyvên stiranê di bine ba
Bi kurîya cîhanêve di nûsîyên
Diber berçemên torînande
Gîyanên mor û sipî jê dizên.
2001