Evîn bêdawîye
Evîn mesûmîye
Evîn lorîna bi qûdret e
Evîn ji stêrê hezkirin e
Evîn bêhna xwezayê
Dengê bilûrê
Xuşîna baranê
Alawa agir e
Evîn êşa dil e
Pêla deryayê ye
Rengê gulê ye
Sihra mejîye
Evîn zerafeta mirov e
Rêwîtiya ferîbend e
Esaleta ruh e
Pêwîstiya dil e
Evîn wek rojê ye
Bi pifkirinê xar nabe
Evîn weke gulê
Naçilmise