Sapfo
yek ji navdartirîn helbestvanên jin yên hemî deman e. Ew li sedsala 6ê û 7ê bZ jiyaye. Ji berhemên wê tenê çend parçe ji me re mane.
Zelalîl, ahengî, spehîtî û awazî hê ji berê ve wek taybetmendiyên bêhevber yên helbestên wê hatine hesibandin. Hê di serdema antîk de wiha pesna helbestên wê dihat dan: "Helbestên Sapfoyê tijî evîn, bihar û firrindeyên spî ne."
ji dor heyvê
stêr winda dibin
dema ronahiya wê
erdê bi zîvî geş dike
îro ji her tiştê bedew
bo kêfa dostên xwe
stiranan dibêjim
pirrî car
ew yên jê re qenc bûm
herî zêde
min diêşînin
jan
dirije nav canê min
çip
çip
naguherre
dilê min
li we,
zerîno
xweşî ya me ye:
yê me lome bike
û xeman bixwe
bila ba bibe
bi sendelên zêrrîn hat
wê gavê
elindê şiyar kirim
ka bêje min
ji kî mirovî
ji hemî mirovan
ji min zêdetir
hez dikî?
roj ava dibe,
êvar tê,
dibe spêde
her bêriya te dikim
cilên wê
li te kirine jî
Hekate, şabaniya şevê,
xidama Afrodîteyê
ji hemî dûndeha
erd û esmanan
yê xweştirîn viyayî
Eros e
stêra êvarê
ji hemî stêran
ya herî bedew e
Afrodîte
tehliya xwe
pê bide tamkirin
bila vê metha xwe bes ke:
"Ez Dorikha
du car di evînê de
gihiştime mirada xwe."
gazî te dikim
Gongyla rake
saza xwe madem hê
evîna, spehîtiya
xortaniyê li te ye
lê ji te, Atthis, min hez dikir hê ji mêj
dema di ciwaniya min de
tu hê zarrokek bêguneh bûyî
lê dîsan jî:
ma hewce ye wisan
bi gustîlkan
methên xwe bikî
nizanim
çi bikim:
dudil im
bi min wer dixuye
ku destên min
nagihin esmanan
hest pê dikim
mîna bahoz
li çiyayan li dargûzan dide
evîn dilê min dihejîne
ger tu werî
ez ê bo te
balîfkên nerm bînim
da pal dî
zerî
kulîlkan
dikin gerdenîk
destgulîno,
şirîn pak
werin,
keçên Zeus
dema min Eros
bi rê ve ji esmanan dît
cilek sor yê şerrkeran
lê bû
mirin dê te
rake: paşî
nayê bîra kesî
yan kesî tu nevêyî: tu
bêpar bûyî
ji gulên Piyeryayê
di nav miriyên nenas de
nediyar digevizî
qet ne niyetxirab im:
dilê min yê zarrokan e
bi jehra xwe
ya bê dij-derman
û şirîn î tal
evîn
a destbirr
mîna maran
min li erdê dide
xwezî
li me
hertim
şev ba
tu hatî: te baş kir:
min bêriya te dikir,
te yê dilê min biriye
û di nav agirê evînê de
şewitandiye
tu hatî,
de niha
hindî em ji hev veqetiyayî bûn
çima tê dikoşî
dilê req bilivînî
lê ger tu
ji min hez dikî,
bi zeriyek gênc re bizewice
tehemil nakim
bi yekî xort re bijîm
û pîr bibim
aştî
bo min a penaber
ji hemiyê dijwartir e
tu mîna
zeriyek
şirîn î
ya min carekê dît
kulîlk diçinîn
heyv
û stêr
ava bûne
şev
li ber borînê ye; ciwanî
diçe; li nav nivînan
bi tenê me
destên xwe yên narîn
dirêj ke
Daku
çend beybûnan
bo nav pirça xwe
biçinî
çimkî
yên bi gulan xemilandî
dilan dibijînin
bi rastî Sapfo,
ma Afrodîteya merd
biçûk dibînî
Min
keçek biçûk heye
mîna guek zêrrîn e
Kleys yar:
wê nadim
bi dewlemendiya Lîdyayê
bi delaliya Lesbosê
dayê can,
nikarim dest
ji dirûna xwe berdim
dikarî
Afrodîteyê binifirînî
çimkî wê
ez bi evîna wî lawikî
kuştime
dema hest dikî
ku kerb di te de dikele,
ji bîr neke
zimanê xwe zeft bike
bilbil
peyamberê dengzelal
yê biharê ye
nearam dibezim,
mîna keçek biçûk
li dûv diya xwe
hesperos
tu pezî diçerînî
terşî tînî
zarrokê digihînî
diya wê
Mîna sevêkê
ya li çeqên jorîn
geşbûyî
ya sêvçin pê nehesîne
yan negihiştiniyê
Bextiyaro!
daweta te hêvî dikir
temam bû
zeriya te diviya
jina te ye,
bûk:
bejn bedew
çav hingivîn
rû nerm
Afrodîte dê ji hemiyan pirrtir
bi hatina xwe
rêzê li te bigire
Bijartin, wergerrandin û venivîsîn:
Husein Muhammed