Bareyek qulingan ber bi başûr.
Dema li derdorî xwe dinerim, bênteng dibim:
bêrengiya payizê her der girtiye.
Darên hezar çiyayan ji ber ba û baranê bêpel in,
gundên sarmayê-girtî xwe li ber tava êvarê vedişon.
Rêya min di nav deh hezar daran re derbas dibe,
deh hezar çiya di bin mijê ve nixamtî ne.
Pel hê berî payizê dadiwerin;
tevî ku ne baran e jî, li binê zinarî her tarî ye.
Zembîl di dest min de kivarkan diçinim,
cerrikî ji kanîka ber bestê dadigirim.
Min dê ev cih nedîtiba
ger winda bebûbam.
Kum firrî hewa,
şimik ji piyan ketin,
bayî eba bir:
ji bilî xwe
min bo te ti diyarî nîn in.
Xanîkê min yê xirabe,
têve odeyek xirrîxalî,
li pişt derî hezaran darên selwî,
li dîwarî çend helbestên şîret.
Tozê qazan girtiye,
dûkêl jî ji kuçkî naçe.
Tenê pîrê Gundikê Rojhilat
carine li tavheyvê deriyê min diqute.
Li nîveka xewnê
vediciniqim:
hemî şevê paldayî
guhdariya qulingên
diborin dikim.
Li rojên xwe yên borî dinerim: zêdeyî pêncî sal.
Ya mirov rast yan çewt dihesibînin tev xewn e.
Meha pêncê, heyama yasemînan; nîva şevê:
şeprepa têrxem ya barana havînê
li pişt pencereya xanîkê min yê navçiyayî.
Rûyê min yê rengavêtî hema di neynikê re jî diyar nabe,
porrê min yê spîbûyî hewceyî girêdanê ye;
lêv ziwa ne, herdem vexwarin li hişê min e.
Leşê min qirêjî ye, bêkêr hêvî dikim xwe bigihînim şûştinê.
Tasar û tagerm bênavbirr doranê dikin.
Dengê kûr yê darbirran dibîzim:
"Ji adarê jî nîv boriye."
Şeva zivistanê dirêj e, şeva zivistanê dirêj e,
şeva zivistanê bêdawî dirêj e - kengî spêde dê lê de?
Ronahiya çirayê temiriye, pelên kuçkî reş bûne.
Tenê dengê barana şevê tê nav nivînên min.
Çend şev
divê hê binivim
berî bihar bê?
Her roj rojan
bi tilan dijimêrim.
Ger deng ji kêç û spihan bihata,
xelkê dê bawer bikira
ku Mêrga Musashinoyê
di bin ebayê min ve ye.