dîsa baran dibarîne nîsan,
piştê vê nîvroya ku li ser xwezayê bar vedaye...
û nîsan dilopan dibarîne ji ewrên har,
dema ku birûsk peyda dike,
ji şerê navbera pelê ewrên gewrik de,
û dibişkivîne hemû nakokiyên nelihevhatî
û dibarîne dilopan
giran giran
li ser honavê xweza ya kambax.
dibarin li ser min xezeb
gelo yên ku biharê diçîne dilopên nîsanê ne?
ne dilopên baranê ne yên ku cavê min dibînin
dilopên hêsiranin yên ku didilopin
li ber cavên min,
li ser paşkûlkên ajardayî xezeba bindestan dinivîsînin
ew dilopên sor a zelal.
Û ez...
dema ez dadikevime kozgeha xwe yê penaber
a qirêj,
a tarî
a li ber sosretiya pêkenok,
derve dimeyzînim li ber şibaka xwêhdayî
li hemberê barana melûl a dilşadiya nîsanê...
gelo nîsan ji xezeba xwe xwîn didilopîne?
her dilop ji birînên min ê kewnegirtî dipirse
ji keserên bê tarîf,
ka çawa ye dilopên xezeba kambax li dorgehên nenas?
li welatê min nîsan di nav mehên şînî de mehek ji dilşadiyê ye,
û mehek pêşî destpê dike barîna dilopan ji birînên kûr.
û xwe li şibaka min dixîne dilopên nîsanê...
li ber cavê min peyda dibe nizarên bilind,
wekê ku ew dilop ne di camê da,
di qulibînekî ber tava êvarê,
li ser ferşekî nizarê
an jî di riknê xanên kevin a doraliyê welat
dişimitin bi rengeke sor.
Û her diçe li ser dilêmin ê gûvaştî melûliyan dihelînin
ew dilop...
di cama şibakê de
û di bendîtiya bersîvdayîna hêvîdar de
dişimitin li ser cama hilû...
dilopên nîsanê...
şûnda ezê mîna her deman
bipirsim ji xwe,
ji dilopên nîsana pîroz
daku bersîvek bistînim
di nav nakokiyên nelihevhatî,
û di kûncikên kozgeha penaber a bi toz û xûmam de,
biqûlibim di nav melûliyên kambax de...