Hemêzbike min
Da heke min xurtiya dilê xwe
Jidestda
Pirrbide min xurtiya dilê
Te
Da heke kokên min kûrçûn
Ez di bextê kûrkaşê te de
Bim
Da heke min temenê xwe darijand
Bi te bibim bi pirrtemenantir
Û zmanantir
Min bikişîne sînga xwe
Da bibim gîhayek
Teht jixewdike
Da tu bibî tehtek nerim
Liber sîka gîhayekî
Da dinavbera min û te de
Çemek jidayikbibe
Û çem tev lehîrabin
Da ji çiyayên xwe dakevim
Bo te bibînim
Da têderxînim çipirr tu
Hilkişandin î
Da tu têderxînî çipirr
Ez mirinbinavbûn im
Da heke hatim ber bi te ve
Pirekê bibilindînim
Dinav ruhniyê û
Mirinçûnê de
Min zeftî sînga xwe bike
Da tu min bixwazî wek sêvekê
Bêriyî jêkirina wê dikî
Da te bi yê tu nikarî
Binavbikim
Da bo te ez
Şevekê û ewrekî diser
Şevê re daçêbikim
Da jibîr te bibim
Ko ez darek im ji şaxên te
Re
Da jibîr te bibim
Ko tu şax in ji darekê
Re
Da heke jiyanê
Zora min bir
Ez bi te re
Jiyana xwe bidestbixim
Min hemêzî xwe bike
Piştre di ba de destê
Min hilfirîne
Da herko em nêzîkbibin
Bibin yek
Bimînin dido
Derketî ji qeder...