Yaşar Dogan / Lolan 07/12/04
Werger ji tirkî: Sîmar Masîcanik: [email protected]
Bigire
Hesp û şelaqê min
Çûkên min
Baskên min bigire
Çavên min
Xweşxeyalên min
Ruyê te rûyê min
Çavê te çavê min
Giyanê te bila giyanê min têkeviyê
Cedew
Êşîn
Hawar
Bengîniya min bigire
Bila evîn xwe berde dilê te
Bigire ey birçî
Were têr be li masa min
Bigire vê miftika min
Pêşiyê giyanê xwe yê gûzî
Dû re
Deriyên ku diçin gerdûnê veke
Kûçikî te têr nake
Kûçikê xwe girê bide
Bi giyanê xwe were
Rêş bike rondikên xwe
Ji rondikên min dilopekê bigire
Wî bike çavên xwe
Dû re çavên xwe veke
Qedehekê bigire destê xwe axekê jî bigire
Û li cemê
Waxên xwe
Axên xwe
Ji bo ku bişewitîne
Li cemê hesteyekî nû bigire
Vêxe
Êgir li şewqê
Min di xwe de
Dû re li kêfa xwe binêre
Bi çavên min binêre
Yaşar Dogan / Lolan 07/12/04
Werger Ji Tirkî:Sîmar Masîcanik