[Ev helbest diyarî ye bo kek Lokman Polat û her niviskarekî, ku serî li zordariyê hildaye. /Wergêr]
Xelkino:
Ezî li ser we bûme deselatdar (sultan)
De bişkînin pûtên xwe paş rêwendiyê
û perestiya min bikin
Ez her demekê diyar nabim
De rûnin li ser kevîka tewatê, da hûn min berçav bikin
Zarokên xwe bê nan bihêlin
û jinêd xwe bê mêr bihêlin
û bi pey min kevin…
Berxwedariya Xwedê bo dayîna wî bikin,
ku ez şandime bo ku ez mêjoyê binivîsim
û mêjo bê min naye nivisandin
Ez im Yûsif di bedewiyê da
û Afirendar çi porekî zêrîn wek porê min pêda ne kiriye
û ne jî eniyek pêxemberî wek eniya min
û çavên min daristanek ji darên zeytûn û behîvê ne
De her nimêj bikin, da Xwedê çavêd min biparize..
Xelkino:
Ez Mecnûnê Leyla (1) me
De jinêd xwe ji min re bişînin, da ji min avis bibin
û mêrêd xwe bo min bişînin, da berxwedariya min bikin
Rûmet e, ku hûn genimê govdeyê min bixun
Rûmet e, ku hûn behîv û hejîrêd min jêbikin
Rûmet e, ku hûn xwe wek min bikin
Çiku ez bûyerek im, ku ji hezaran sedsalan ve çênebûye…
Xelkino :
Ezim yê yekemîn û dadmendtirîn
û bedewtirîn ji nav hemî qeralan
û ezim heyva tariyê û sipîka Yasemînê
û ez pêdakirê sêdara yekemîn im
û ezim baştirînê şandiyan « Xeyrulmurselîn »
Hercarê min ramand, ku ez dest ji deselatiyê berdim
Xwenavê min nadike..
Ma kî yê piştî deselatdariya van qencan bike ?
Kî yê piştî min, yê kût, yê çeperî û yê kore sax bike ?
û kî yê hestiyên miriyan vejîne ?
Ma kî yê ji kurkê xwe rohniya heyvê biderxîne ?
Kî yê wan bide ber nod qamçeyan ?
û kî yê wan li ser daran bixaçîne ?
Kî yê wan zor bike, ku bijîn wek çêlan ?
û bimirin wek çêlan ?...
Hergav min ramand, ku ez wan bihêlim
Hêstirên min weku ji ewirekî dibarin
û min tewekkulê li ser ne Xwedê kir (2)
û min biryar da, ku ez li ser gel (netew) suwar bibim
Ji niha ve... Ta bi roja Rabûnê..
3 -
Xelkino:
Hûn dêrînê (mulkê) min in
Weku ez hespên xwe…û koleyên xwe didêrînim
û ez di ser we re diborim,
weku ez di ser xaliyên eywana xwe re diborim
De ji min ra secdê bikin, di rabûna min da
û ji min ra secdê bikin, di rûniştina min da
Ne min hûn rojekê dîtin
Di nav kaxedên bavpîrên xwe da?
Hajê xwe bikin, ku hûn pirtûkekê bixwênin
Çiku ez di ber we da dixwênim
Hajê xwe bikin, ku hûn nameyekê binivîsin,
Çiku ez di ber we da dinivîsim
Hajê xwe bikin, ku hûn Feyrozê (3) bi dizîka dibihîsin
Çiku ez bi nêtên we zanyarim
Hajê xwe bikin, ku hûn bê destûra min di gorê kevin
Çiku eve li ba me gunahekî mezin e
û bêdeng bin, heger ez bi we ra peyivîm
Çiku peyivîna min Quranek comerd e...
4 –
Xelkino:
Ez Mehdî yê we me, min çavbikin (4)
û xûna min di dilê mêwan da lêdide
De min vexun…
Hemî lawjanên, ku zarok di hezkirina niştiman da dixwênin, rawestînin
Çiku ez î bûme niştiman
Ezim ê tenha û herheyî, di nav hemî afirendiyan da
û ez im ê hembarkirî di bîrana sêv û bilûrê da
û di stranên şîn da
Wêneyên min di meydanan da hildin
û min bi ewirên peyvan bipeçinin
û ji min ra biçûktirîn jin bixwazin
Çiku ezê pîr nebim
Govdeyê min ne pîr e
û bendexaneyên min pîr nabin
û acetê zordariyê di şahnişîna min da pîr nabe
Xelkino:
Ezim Heccac (5), heger ez rûpêçeka xwe deynim, hûnê min binasin
..û ezim Cengîzxan.
Ez hatime we bi sungiyên xwe..û bi segên xwe..û bi bendexanyên xwe
Bi zorbaziya min ..xelkino.. dilteng nebin
Ez dikujim, da hûn min ne kujin
û ez bi dar ve dikim, da hûn min ne bi dar ve nekin
û ez we çaldikim, di wa gora tevayî da,
da hûn min çal nekin.
5 –
Xelkino:
Bo min rojnameyên li ser min binivîsin bikirrin
Ewana li kolanan, wek qehbikan, hatîne verişandin
Bo min kaxedên kesk ên jengî, wek geyayên beharê bikirrin
û hîbrê…û çapxaneyana...
Her tişt di dema me da tê kirrîn..hetanî tilî jî…
Mêweya ramanê bikirrin
..û li ber min bihêlin
..û ji min ra helbestvanekî bikelînin
..û têxin nav firaqên xwarina min
Ez ne xwende me..û li ba min dilgirêkek heye
ji ewê ku helbestvan dibêjin…
De ji min ra helbestvanina bikirrin,
ku li ser qenciya min helbestan vehûnin
..û min bikin stêrka her bergekî
Çiku van stêrkên sema û şanoyê
Hîç ji min ne bedewtir in…
Çiku ez, bi pereyên giranbiha, her tiştekî divêm, dikirrim
Ez destana Beşşar Bin Burd (6)
û lêvên Almutenebî (7)
û sirûdên Lubeyd (8) dikirrim
Çiku wan milyonên di diravmalê (Beytulmalê) musilmanan da
Kevne pêmayekî bavê min in
De bibin ji zêrê min, bibin..
û di daykepirtûkan da binivîsin,
ku dema min dema Haron Alraşîd e…(9)
6 –
Ey cemawerên welatê min
Ey cemawerên geyayên (10) ereb
Ez canekî (ruhekî) paqij im, ku hatî me we ji toza nezantiyê bişûm
Dengê min bi lêdanka kesk e, weku avpirka Endelusî (11)
Min berken biresimînin wek Cokenda (12)
û rûnerm wek rûyê Mecdelî ye (13)
Min biresimînin
û ez î helbestê bi diranêd xwe diçirînim
û xûna Ebcediyê (Alîfbayê) dimêjim
Min bi heybet û mezinahiya min
û bi çavê min ê leşkerî biresimînin
Min biresimînin
Gava ez nêçîra asikekê an xezalekê dikim
Min biresimînin
Gava ez we li ser milên xwe hildigirim
ber bi mala herheyînê
ey cemawerên geyayên ereb
7 –
Xelkino:
Ez berpirsê xewnên we me, ku hûn dixewînin
û ez im berpirsê her nanekê, ku hûn dixun
û wan dehekên (14), ku hûn -di paş pişta min re- dixwênin
Çiku asayîşa eywana min, min agahdar dike
Bi nûçeyên çivîkan û nûçeyên guliyan (seriyên geniman)
û li ser ewê ku di danga avisan da çêdibe, min agahdar dike
Xelkino:
Ez serbendê we me..
û ez bendeyê we me...
De li min biborînin
Ez im ê nebedkirî di hindirê eywana xwe da
Ez ne royê dibînim, ne stêrkan
û ne jî kulîlkek tehlê
Ji dema ku ez hatim ser deselatdariyê, ez mame zarok
û mêrên sêrgehê li hawîr min dicivin
Yek puf bilûrê dike
Yek li deholê dixe
û yek cox paqij dike
û yek solan paqij dike
Ji dema ku ez hatime ser deselatdariyê ez zaro me
Şêwirdarê eywanê bo min ne got : Na
Şalyarêd min hîç peyva (Na) lêvnekirin
Şandiyêd min li rûyê min bi carekê ne gotin: Na
Jinên min di razanga evînê da ne gotin: Na
Wan ez hokirim, ku ez xwe wek xwedîkekî bibînim
û ez gel ji balkonê da wek qûmê bibînim
De li min biborînin, heger ez bûm Holako’yek î nû (15)
Min rojekê hûn bo kuştinê ne kuştin
Belê ez we dikujim, bo ez pê yariya xwe bikim..
----------------------------------------------------------
(1) Mecnûn û Leyla bi liyaniyê (eşqê) li nav Ereban navdar in.
(2) Ew dinivîse: Tewekkeltu ela la Allah
(3) Feyroz yek ji mezintirîn û hêjatirîn jinên stranbêjên Ereban e, ji Lubnanê ye.
(4) Min çavkir: Min întîzar kir.
(5) Heccac Eltheqefî yek ji hovtirîn qeralên Iraqê bû di dema Ebbasiyan da
(6) Hozanvanekî ereb ê pir kevin e, bi helbestên liyaniyê (eşqê) navdar e
(7) Almutenebî yek ji mezintirîn hozanvanên klasîkên ereb e.
(8) Lubeyd Elaamîrî hozanvanekî liyaniyê ye, ew jî pir kevin e.
(9) Haron Alreşîd yek ji navdartirîn xelîfeyên dema Ebbasiyan e, di dema wî da malê talanê ji gelek welatan dihat Bexdadê, lew re ew pir bi mal û dêrîn bû û rewşa Ereban baş bû.
(10) Di Erebî da herdu bêje (gelên û geyayên) pir ji hev nêzin. Nîzar Qebbanî li ciyê „gelên“ bi zanatî “geyayên“ ereb bi kar anîye.
(11) Endelusiya parek ji Espaniya ye, Ereban bi sedan sal dagir kiribûn, lê paşê dîsa hatin qewitandin.
(12) Mebest Mona Lîza ye
(13) Mebest Meryem dayika pêxember Îsa ye.
(14) Mebest deh sûretên ji Quranê
(15) Holako bavturkekî bi hovîtiya xwe namdar e