Tu li ser kursiya xwe ya zîvîn, Afrodîteya nemir,
keça Zeus, lêbrêsê, ji te lava dikim,
bi êş û azaran, hêzdarê,
dilê min danegire
lê were bal min ger te qet
gaziya min ya ji dûr bîstibe,
pê hesîbî; seraya bavê xwe bihêle
û siwarî
erebeyên zêrrîn û zîndar bibe:
bi çengên çest çivîk
dê te bi lez ji esmanan
di nav hewayî re bînin
dê zû bigihî: û tu, bextiyarê,
girnij li rûyê te yê nemir
dê bipirsî ka çi ye min dilteng dike,
çima min gazî te kiriye
û dilê min ê dîn çi dixwaze:
"Dixwazî kî bigihînî
ber dilovaniya dostaniya xwe?
Kî ye Sapfoyê diêşîne?
Ger ji te direve, dê ji niha pêve bide pey te,
ger diyariyên te napejirîne, dê bi xwe pêşkêşî te bike,
ger hez nake, dê hez bike
ta ger nexwaze jî."
De were bal min,
min ji pûnijên xeman xilas ke,
daxwaza dilê min bi cih bîne,
de were, hevbenda min.