Dikim bêriya nanê dêya xwe
Qehwa dêya xwe
Û destdana dêya xwe...
Û mezindibe zaroktî di min de
Roj li ser sînga rojê
Û hezdikim ji temenê xwe
Jiber ger mirim
Fedîdikim ji hêsirên dêya xwe
Rojekê vegeriyam ger, bibe min
Dismalek ji birûyên xwe re
Û bi gîhayekî
Pîrozbûye ji pakrewaniya lingê Te
Binixumîne hestiyên min
Û min bixurtîne
Bi keziyekê ji porê xwe...
Bi tayekî libadibe li jêr kirasê Te
Belkî bibim xwedayek
Belkî…
Ger min dest da kuriya dilê Te!
Min bike, ger vegeriyam,
Ardû bo tenora nanê xwe
Û werîsek cilşûştinê li banê
Xaniyê xwe
Da min xistiye rawestan ji xwe
Bê limêja roja Te
Kalbûme, vegerîne stêrên zaroktiyê
Bo parbikim
Bi çêlîkên çûkan re
Rêya vegera hêlîna bendemayina Te!