Şîrav di barê di mijandina
Ew lêvên tenik de
Ew lêvên şahîk
Di kaniya xewnê de diramîsim
Memkên ser aze û gerdena naz
Ji min dûr nekev ey yar
Bê te li dil dibe ar
Mijandina ew lêvên te di kevim
Derya bê binî
Derya evîna gevastî
Can û ceger bê hedan dimîne
Xweşke li min şevîn
Ey yara hemî dilvîn
Peyala ava jînê zelal dibe
Temarên dil ji xwînê tarin
Ji evîna te harin
Lêv li ber hev bê zarin
Min himbêz bike
Şevîn dibihure
Windaneke dema min û xwe
Ji şîrava te têr nabim
Ey yara dev li ken
Li ser sînga te di çînim
Gulên baxa û gez
Gulav dibe şîrav
Li min û te şev dirêje
Veke gerdenê
Peyvê xweş tû bêje
Dilê min gelek zîze
Sînor çi dibêje
Can hev dixwaze
Şev digere wekî gêje