Navê jiyanê evîn e
Paşnavê wê xeyal e
Jiyana bêevîn nexweş e
Jiyana bi evîn nûjen e
Evîndar ji bo hev dikevin, radibin
Evîndar ji bo hev rê diçin, dimeşin
Evîndar ji bo hev digrîn, dizarin
Evîndar ji bo hev şad û bextiyar dibin
Evîndar tim hevûdu difikirin
Bêrîya hevûdu dikin
Di xewnên xwe de hevûdu dibînin
Evîndar dixwazin bi evînî bijîn
Navê jiyanê evîn e
Paşnavê wê xeyal e
Jiyan bi evîn û xeyalê
Rengîn dibe, dixemile.