Nesîmê gahên peng bi xwe re paldayîn, werpêçayîn
Derûn xist davên nişkvîn sedbarîn ji rengê ku têdayîn
Divê destan bi nizago pêşve biçîn bi rûgehê re veçerxîn
Bi sîhan badê bikêşîn heye dîsan behir dimîno nekevîn
Çi di xoşîn ji nazên hestan herku li ser çavan dimeşîn
Rûyê şeng di caman kişandîn vajîgon li xwe dinêrîn
Çend bi me xweş e dîsan sirwê gîsan xunav li rû biweşîn
Jê helkişîn henasek fênik bi serê engoştên naz bigezîn
Evîna te me bi geştan rra vediçerxît ta heyîn rranawestîn
Ku bi xwe ji navok vedijenîn çi li peyadê çi rrakevîn
Ev baweşînkên wek tîx bi me biheştin perr li ber sipî kirîn
Welê ji spîyan çi bê rrengîn di texteyan xweya nakîn
Dilber çi bedbext dadger di rrastîya xonçek nagehîntin
Wê çon me dadbiketin ji gewher ku rrastîyê nabînîtin
Di çavan da gelek çoyîn ta di burcên çep - rrast gehiştîn
Lê hêvî tenha dil me bi spêrît di perdeyan bihên veşarîn
Bi mêhrê Yezdan omêd dikîn can li astê badeya Nuş bîn
Belkî di şûşeya wê bikevîn bi şekerlêvên bihên mêjîn
Gedayîn ji gerd dayîn xanim xeraman li ser tê bimeşîn
Sipasîn vêrra dêçîn bi newaziş gerr ji vê siviktir nebîn
Aarhus 06.05/2004
Li hiviya umêdan
Li hiviya umêdan
aram peqî
bû toz di xwelî
jê derkeftin dem bi welat
herdu li hawir xor zivirrîn
pê ra li ser hebûna min peyivîn
zemîn di xwe da pêçam
çax gerd li ser kom kir
di çerxê da hilavêtim
di rojê derxistim