MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 60, rêbendan 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Helbest
  • Nizar Qebbanî: Xwenasandina serbirrekî ereb
  • Luqman Dêrkî: Bi hev re li bin ewrekî
  • Kovan Sindî: Nesîmê gahên peng bi xwe re paldayîn
  • Dildar Îsmaîl: Şîrav
  • Bêwar Îbrahîm: Bibore
  • Lokman Polat: Navê jiyanê evîn e
  • Riyad el-Salih el-Huseyn: Hertim
  • Seniye Salih: Golderya
  • Yaşar Dogan: Bigire
  • Joumana Haddad: Min zeftî sînga xwe bike
  • Lîna el-Tîbî: Jiyanê dihejînim
  • Nûrî el-Cerrah: Evîn
  • Bêwar Îbrahîm: Li warê te kî yar e, kî neyar e?
  • Mihemed Fuad: Ne giring e
  • Mehmûd Derwîş: Ji dêya min re
  • Sapfo: De were, Afrodîte

  • QAMIŞLO! LI WARÊ TE KÎ YAR E ? KÎ NEYAR E?
    BÊWAR ÎBRAHÎM


    Bêjin Qamişlo !
    Bela çariya reş
    Ji ser wî porê gijolî daxîne;
    Bela mijgulên xwe
    Bi kilê sibhanî kil bike,
    Li ser peravê çemê Ceqceq rûne,
    Kezîyên xwe
    Ji nû şehke û bihûne;
    Bela kulîkên hêvîyan,
    Nêrgizên rûgeşiyê,
    Alalên girnijandinan,
    Nesrînên bextiyariyê...
    Bi ser gelî, newal,
    Deşt û çîmenên xwe de
    Dawerivîne;
    Bela desmalkên
    Ku ji hêsran, hêj ziwane bûne...
    Li ber ( Bayê Reş ) raxîne;
    Taa û derziya
    Ku hîn li ser dirûtina
    Birînên kûr û xedar...
    Berdewamin
    Bavêje... bela wan bavêje,
    Naaa... bela wan
    Bispêre dîrokê
    Mane birînên me û dîrok
    Av û agir in,
    Bi hevre tîdibin û bi hevre diqijilin.
    
    **********
    
    Bêjin Qamişlo !
    Bela konê neh stûnî
    Li ser sînga deşta xwe vegre;
    Agirê lawînî û lehengîyê
    Dade û gurr bike,
    Peyalên qehwê li
    Mêrên çê û wêrek bigerîne;
    Bela vê sala xwînlî bike
    AL
    Û li ser kûpê seraya mirovantiyê
    Li ba bike,
    Çopî û semayan li ser
    Termê gemar û megrûdiyê
    Bigerîne;
    Bela dengê fîkandina
    Bayê wê
    Di guhên newêrekan de
    Bike vîze...vîz;
    Şîhîna şevbuhêrkên wê
    Di dilên xerab û kînkêşan de
    Hêç bibe û bike hawar;
    Ew newêrekên ku
    Li ber siya şûrên
    Siwarên tarî û tozê...
    Xwe wêrek dikin;
    Nizanin... na qet nizanin...
    Ku  Qamişlo
    Daye pey şopa tirsonekan
    Rêkên rast ji gemara wan paqij dike
    Û tazîbûna wan bi 
    Pelên Berûyan disitirîne...
    
    *********
    
    Bêjin Qamişlo !
    Rê li ber Qiragên ku
    Dibin Kewên dîl
    Winda bûye;
    Ewên ku bi lorîya
    Girtin, dîlî û mirinê
    Bê şerm û fedî...
    Ji dost û birayên xwe re
    Dikin qebqeb,
    Raste :
    ( ku kurmê darê ne ji darê be
    Zewala darê nîne )
    Bela Qamişlo
    Li wan kewan negre !!
    Nikarin bi barê
    Êmkirina xwe rabin,
    Neçar dimînin
    Xwe bavêjin hêwanên
    Reşahî û tozê.
    Çendî hewl didin ku
    Marş û sirûdan bixînin
    Dengê wan ji sextiyê difetise
    Xwe li ber hawara
    Cûdî, Ararat, Sasûn
    Û Bagokê nagrin,
    Dengê wan
    Li ber şîhîna rastiyê winda dibe
    Rastiya ku Hawar dike :
    ( Agirî... Agirî.. Agirî xwîn digirî.. )
    Û xwîna Qamişlo
    Li ber bayê Agirî û Bagokê û...
    Giriya û hey giriya.
    Na.. na.. bela Qamişlo
    Li wan Qira-Kewên dîl negre,
    ( Kesê ne kes be na be kes
    Kortanê kerê nabe etles ).
    
    *********
    
    Bêjin Qamişlo !
    Bela darên Kaj û Beruyan...
    Di navbera
    Bagok û Qasiyûn de
    Biçîne;
    Bela heyranok û lawikan
    Ji kesera birînên xwe berde,
    Bela binehwirîne :
    ( De mala min
    Mala bavê min
    Mala mêraye..)
    Bawar bikin...
    Li ber  bayê van keseran 
    Wê Birînên bi êş û kul,
    Çavên bê hêvî û şil,
    Barên giran li ser mil...
    Bi peyamên rojê re wê bibin
    Pertew û ronî
    Di sînga felat û
    Azadiyê de.
    *********
    Bêjin Qamişlo !
    Bela sînga xwe ji
    Simîner û şevbuhêrkên
    Ketin û serketinan re
    Bi şadûmanî veke,
    Xaka goristana DUGIRÊ ya pîroz
    Bi bayê rojê re diçirise,
    Kêlên yadiyan ku di bin
    Perda şevên tarî de winda kirin ?!
    Wê bên dîtin,
    PÊNÛSÊN welatperwerên Kurdayetiyê
    Wê rabin ser xwe
    Toza jibîrkirinê ji
    Bedena xwe daweşînin,
    Di nav selefên siwarên
    ENTERYÊ re bibuhirin
    Berê xwe bidin hewşa
    Seydayê Cegerxwînê Hesarê
    Rahijin PÊNÛSA wî,
    Bi kaşê HILÊLIYÊ ve hilkişin
    TEMBÛRA Bilbilê Xemgîn, Rahijn
    Wê ji Qamişlo derkevin û
    Berê xwe
    Bidin AMÛDA BAVÊ MIHEMED
    DELALIYA ZAROYAN ji Zarokên
    Sînema şewitî re bixînin :
    ( Dewra felekê li ser me kîne
    Bextê me reşe, kezeb birîne
    Mesken ji me re niho nivîne
    Binive kezeba min binive lo ! lo!...)
    Ji nû wê berê xwe bidin Berkevirê
    Rahijn PÊNÛSA Apo Osman Sebrî
    Û herin GIRKEFTAR rahijin
    PÊNÛSA Seydayê Tîrêj û
    Derkevin EFRÎNA xêrê
    Li goristana HENÊN û MENÊN
    Dr. Nûrî Dêrsimî bi xwe re bibin 
    ( Li ser vê riya dijwar
    Min jî kire pir hawar
    Da ji bo we rojekê 
    Dinya bibe gul bihar )û
    Rast derkevin Şama şerîf
    Li goristana Şêx Xalidê Neqişbendî
    Li ser Gora Mîr Bedirxanê Azîzî bicivin
    Li ber dengê
    GAZINDA XINCERA Mîr Celadet Bedirxan
    Ala KURDAYETIYÊ
    Bi tîp û rêngên wêrekiyê
    BI AFIRÎNIN
    Erê wê bi afirînin.
    ******
    
    Bêjin Qamişlo !
    Bela sozên bê sozan jibîr neke,
    Bela bi her çar kinarên dinyayê  re
    Xwe bide nasîn :
    DIYARBEKIR mala me ye,
    QAMIŞLO vîna me ye,
    HEWLÊR paytexta me ye,
    MAHABAD  muhra me ye.
    Wê jîn û mirov bibin yadî û
    Yadî bêne jibîrkirin,
    Ji ezel ve du celeb
    Di lepê dîrokê de şînhatine :
    Yê xêrê bike xuyaye,
    Yê şer bike dawiya dawîn
    Ketî û windaye.
    *******
    Bêjin Qamişlo !
    Bingeha welatan mirov in û
    Bigeha mirovan
    Zimane;
    Û zimanê Kurdî ji birînên
    QAMIŞLO re
    Xweş dermane
    Xweş dermane.
    

    Qamişlo
    27/12/2004

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1